Jiyan Bozo/Amûdê
Ş. Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr li Şedadê bi awayekî hovane hatin şehîdxistin. Bi vê reşkujiyê xwestin vîna jina berxwedêr bişkînin. Ji ber wê jinan li seranserê bakur û rojhilatê Sûrî ev êrişa hovane şermezar kir û soza tolhildana wan hat dayîn.
“LI HEVRIYÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN”
Têkîldarê mijarê endama Rêveberiya Dibistanan ya Amûdê Hena Xalid wiha axivî: “Bûyereke pir biêş bû. Du jinên berxwedêr bûn. Em bi şehadeta wan pir êşiyan. Xwestin bi vê reşkujiyê vîna jina azad bişkînin. Çimkî cara yekê ye ku li Rojhilata Navî û bi taybetî li Sûriyê jin hevserokatiyê dikin. Lê heta niha hişmendiya mêrê serdest, hêzên dagîrker û çeteyên wan azadiya jinê napejirînin. Jinên xwe bi rêxistin kirîn û di her qada jiyanê de ciyê xwe girtîn, dibin hedefa wan. Ev komkijiyeke li dijî mirovayiyê tevê ye. Her du jinên ku rêveberiya gelê xwe dikirin mînaka jinên azad bûn. Di her şoreşê de jin dibin hedef. Çimkî hêzên hegemon ji hêz û vîna jinan ditirsin. Ji ber wê van reşkujiyan dikin.”
Hena Xalid axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Em soz didin ku li gorî rêgez û pîvanên xwe yên azadiyê tev bigerin û şopdarên wan bin. Emê mafên jinan misoger bikin û vê hişmendiya mêr bişkînin. Bi vîna jina berxwedêr emê planên dagîrkeran û çeteyên wan têk bibin. Banga min ji jinan tevan re heye, li hevriyên xwe xwedî derkevin û bi yek dengî bêjin êdî bes e.”
“ME HÊZA XWE JI SARA, LEYLA Û FÎDANAN GIRTIYE”
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk şaxê Amûdê Minewer Xalid jî ev nirxandin kir: “Em tevgera jinan êrişên ser bakur û rojhilatê Sûrî bi dijwarî red dikin. Bi taybetî êrişên li ser jinan. Hedefa dagîrkeran tinekirina civaka hevgritî ye. Çimkî ev civak bi keda jinên berxwedêr gihîştiye vê astê û azadiya gelan misoger kirine. Ji ber wê her du jinên me yên li ser karê xwe bi hovîtî hatin revandin û şehîdxistin. Li dijî jinan ev ferman e. Vê li bakurê Kurdistanê di kesayeta Leyla Guven de dest pê kir û li hemberî Seida û Hindê dewam kir. Lê bila baş bizanin ku projeya Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk wê bi ser bikeve. Em tevgera jinan, bi taybetî jinên bakur û rojhilatê Sûrî van êrişan red dikin û ti carî serî ji wan re danaynin. Çi dibe bila bibe emê têkoşîna xwe bidomînin. Ti hêz nikarin vîna me jinan bişkînin, çimkî me hêza xwe ji Sara, Leyla û Fîdanan girtiye.”
Minewer Xalid axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi hêza jinên di çeperan de şer dikin, herwiha bi vîna jinên li girtîgehan têdikoşin û bi ked û berxwedana bi hezaran şehîdan emê bi ser bikevin. Em careke din di kesayeta van berxwedêran de soza xwe nû dikin û dibêjin; jin misogerên jiyana azad in.”