Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), pêla binçavkirin û girtinê ya ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û ragihand ku divê jin bêdeng nemînin.
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyekê pêla girtin û binçavkirinê ya ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;”Careke din rejîma Îranê ji ber bê çareya li beramberî îrade û berxwedana gelê Kurd dest bi pêla binçavkirin û girtina Kurdên Rojhilatê Kurdistanê kiriye.
Gelê Kurd ji destpêkê ve biryara xwe daye ku li beramberî bêhiqûqî û bêedaletiyê bêdeng nemîne. Heta dawiyê li beramberî vê sîstema çewsîner a rejîma Îslamî ya Îranê berxwe bide. Lewma wê bi hewldana dewleta Îranê ev gel çav tirsandî nebe. Belku bi girtin û êşkencekirina zarokên xwe ji bo tolsitandinê kîna wan zêdetir bibe.”
KJAR’ê bal kişand li ser zextên li ser jinan û wiha tê destnîşan kirin;”Bi armanca bêdengkirinê, bi hîncetên cuda yên di warê siyasî, civakî û çandî rawabûn dane êrişên li ser jinan. Pêwîste gelê Kurd û bi taybet jin li hemberî vê pêla rejîma Îranê daye destpêkirin bêdeng nebin. Ji ber ku ev siyaseta qirkirinê ya rejîma Îranê dide meşandin ji hev cuda nîne, divê vê jî ji bîr nekin ku niha bi dehan kes ji bo parastina vê çandê di girtîgehên Îranê de girtîne.”