Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî çalakvanên civaka sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê dewam dike. 3 jinên hatibûn binçavkirin, veguhestin girtîgehek Urmiyeyê.
Operasyona qirkirina siyasî ya ku di 8’ê Çileya 2021’an de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dijî çalakvanên civaka sivîl, xwendekar û welatiyan hatiye destpêkirin dewam dike. Heya niha 34 kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin û aqûbeta wan nayê zanîn.
Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê, duh jinên bi navê Ezîme Nasrî, Derya Talebanî û Esrîn Mihemed ku di 9’ê Çileyê de hatibûn binçavkirin, veguhestine girtîgeha Îtalat ya supayê Pasdarên Îranê a li bajarê Urmiyeyê.
Aqûbeta çalakvan, xwendekar û welatiyên din yên ku hatine binçavkirin, nayê zanîn.