Dadgeriya dewleta Tirk biryara girtina berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkar da.
Rûniştina doza li dijî Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkar ku bi îdiaya “rêveberiya rêxistinê” û “endametiya rêxistinê” tê darizandin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Gokkan tev li rûniştinê nebû. Parêzerê wê Nevzat Karaaslan beşdar bû.
Parêzer Nevzat Karaaslan diyar kir ku ew gotinên şahidê nepen ê li dijî muwekîla xwe qebûl nakin û xwest di rûniştina bê de muwekîla wî amade be nêrîna wê bê wergirtin.
Heyeta dadgehê piştî navberekê biryara xwe eşkere kir û bi hinceta ‘delîlên berbiçav’ ên dosyayê û tevlîbûna Gokkan li rûniştinê, biryara girtina wê da.