Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: “Serkeftina li Kobanê pêk hatiye ji bo tevahî cîhanê û mirovahiyê mîras û destkeftiyeke girîng e û di parastina Sûriyê û cîhanê ji terora DAIŞ`ê de, rol lîst.”
Bi pêmana 6. ya salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê û serkeftina berxwedana wê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û piştevanên wê ye. Berxwedana Kobanê veguherî destaneke lehengiyê ku cîhan bi aliyê xwe ve kişand û rastiya parastina nirxan û mirovahiyê bi tevahî cîhanê da nasîn.
Bi vê boneyê û bi hatina salvegera 7`emîn a ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê ku dikeve 27`ê Çileyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rizgarkirinê herêmên ku dewleta tirkî dagir kiriye û di serî de Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, pêwîstiyeke û xwedî heman girîngiya rizgarkirina Kobanê ye, ku bû destpêka hilweşîna pratîk a terorê.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di demekê de ku piştî serweriya parçeyên mezin ji xaka Sûriyê û Iraqê û ragihandina bajarê Reqayê wekî paytexta xîlafeta Îslamê, hêza rêxistina terorîst a DAIŞ`ê gihaşt lutkeyê û DAIŞ veguherî xeteriyeke mezin û gef li Sûriyê, herêmê û tevahî cîhanê xwar.
Berxwedana li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hatiye raberkirin ku herêma herî zêde di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de di wê demê, ne berxwedaneke normal bû. Wê berxwedanê di parastina Sûriyê û tevahî cîhanê ji gefên rêxistina terorîst DAIŞ`ê de rol lîst. Rizgarkirina bajarê Kobanê di 26`ê Çileya 2015`an destpêka hilweşîna rêxistina DAIŞ`ê bû û piştî berxwedana Kobanê veguherî destanekê, serkeftin li pey hev pêk hatin. Pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê di parastina herêmê xwe ji Kobanê heta tunekirina DAIŞ`ê di 23`ê Adara 2019`an de li Baxozê, ji wê berxwedanê hêz girtin.
Kobanê, projeya Rêveberiya Xweser di 27`ê Çileya 2014`an de wekî tecrubeyeke demokratîk pejirnad û ew tecrube bû bingeke sereke ji bo avakirina projeya demokratîk li Sûriyê bi giştî.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev roj bi bîranînan dagirtî ne, ji wan salvegera 6. ya rizgarkirina Kobanê ku di 26`ê Çileya 2015`an de û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê dikeve sala xwe ya heftan. Em van her du boneyan bi bîranîna lehengiyên Kobanê û fedekariya şehîdên wê bi bîr tînin. Wan fedekariyên ku rêya rast a berxwedana ji bo avakirina îradeya demokratîk û azad ji gelan re, diyar kir. Bi bîranîna her du boneyan piştrast kirin ku, dewleta tirkî a ku desteka terorîzmê dike, ne tenê li ser herêmên wan lê belê li ser tevahiya gelên ku hewl didin DAIŞ’ê têk bibin û demokratiyê ava bikin, xeternak e.”
Di daxuyaniyê Rêveberiya Xweser wiha domand: “Berxwedana Kobanê bû asteng ji pêkanîna projeya dagirkirin û berferhkirinê re, her wiha berxwedana Kobanê bû destanek lehengiyê.Vîna li Kobanê bû nuqteyek hêviyê di têkbirina DAIŞ’ê de, her wiha destwerdana Koalîsyona Navneteweyî li Kobanê da ku DAIŞ’ê têk bibin û liv û tevgera cîhanê bi awayek mezintirîn bû sedem ku di 1’ê Cotmehê bibe roja cîhanî ji bo Kobanê. Em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast dikin ku berdewamiya piştgiriya dewleta tirkî ji bo terorê di heman demê de metirsiyek e li ser destkeftiyên li dijî DAIŞ’ê me bi dest xistine, ji ber vê her aliyek ku dixwaze ev metirsî bi dawî bibe divê helwestên xwe li dijî dewleta tirkî û kiryarên wê yên piştî dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî ku ji nû ve piştgirî daye şaneyên DAIŞ’ê li herêmê, nîşan bide.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em piştrast dikin ku girîngiya rizgarkirina herêmên ku ji hêla dewleta tirkî ve hatine dagirkirin weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, bi qasî girîngiya rizgarkirina Kobanî ye. Her wiha em bang li tevahî pêkhateyên herêmê dikin ku li ser xeta berxwedana Kobanê, Efrîn û tevahî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bimeşin, ji ber ku ev berxwedanî rêya herî serfiraz e ji bo gihaştina serkeftin, civakek demokratîk û aramiyê li seranserê Sûriyê. Em şehîdên Kobanê û tevahî şehîdên herêmê bi bîr tînin û silav dikin.”