ÎSAM EBDULLAH/ANHA
Rewşenbîrên Kurd berxwedana şêniyên Efrînê ya li kampên Şehba silav kirin û diyar kirin ku dewletên dagîrker hewl didin destkeftiyên gelê Kurd tine bikin. Rewşenbîran got; israra şêniyên Efrînê ya li dijî vê siyasetê mînaka berxwedan û fedekariyê ye.
Piştî ku dewleta tirkî êrişî kantona Efrînê kir û 18`ê Adara 2018`an dagîr kir, şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bibin. Şêniyên Efrînê li Şehba berxwedana xwe didomînin û ti carî xwe dûrî Efrînê nexistin. Lewre bawer dikin ku piştî rizgarkirinê vegerin warê xwe.
Rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehba dijwar e. Lewre hikumeta Şamê ambargo li ser kampên ku gel lê dimînin daniye.
Têkildarî ambargoya hikumeta Şamê danî ser kampên Şehba û qedexeya derbaskirina madeyên xwarinê, rewşenbîran nêrînên xwe anîn ziman.
Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê ya şaxê Dêrikê nivîskar Mihemed Ebdulezîz berxwedana şêniyên Efrînê ya li kampên Şehba silav kir û wiha got: “Li gel êrişên domdar û hovane yên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê, berxwedana şêniyên Efrînê ya li kampa Şehba ji gelê bakur û rojhilatê Sûriyê re bû mînak.”
Ebdulezîz got; tevî ambargoya hikumeta Şamê şêniyên Efrînê li kampan li ber xwe didin û tirs xistine nava dilê dagîrker û çeteyan.
Mihemed Ebdulezîz bal kişand ser Berxwedana Serdemê ya 58 rojan li kantona Efrînê hatî raberkirin û wiha got: “Berxwedana Serdemê ya 58 rojan bersiveke dijwar da dewleta tirkî, rejîma Baasê û hevalbenda wê Rûsya.
Helbestvan û Endama Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê Saliha Qasim jî wiha axivî: “Her çiqas rewşa gelê me yê li Şehba dijwar be û hikumeta Şamê ambargo danîbe jî, berxwedan û girêdana wan bi xaka xwe ve ji destpêka şoreşê ve û heta roja îro bûye mînak.”
Saliha di dawiyê de eşkere kir ku hikumeta Sûriyê û dewleta tirkî ji bo ku vîna gelê Şehba û Efrînê bişkînin herêmê dorpêç dikin û got; berdêl çi dibe bila bibe wê dagîrker nikarbin vîna gel bişkînin. Di dawiyê de wê dagîrkeran ji xaka xwe derxin û vegerin Efrînê.