Jiyan BOZO/Amûdê
Bi salan e PDK li dijî gerîlayên Kurdistanê şerê birakujiyê dike. Ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî û dostayiya bi dewleta tirkî ya dagîrkere, bi sedan keç
û xortên Kurd şehîd xistin.
Nûjîn û Sason Amûdê yên ji heman malbatê, du mînak in ku bi
destê PDKê şehîd bûne. Ji gundê Sinceqa Hecî Sadûn yê Amûdê tenê 4 gerîla bi destê heman partiyê şehîd bûne.
Nasnameyên van şehîdan wiha ne:
Nav û Paşnav: Rohat Nesrî Silêman. Navê Tevgerê: Nûjîn Amûdê. Cî û dîroka bûyînê: 1973. li Sinceqa Hecî Sadûn ya Amûdê. Cî û dîroka Şehîdbûnê: 1998 li Xakurkê.
Nav û Paşnav: Yûsiv Îsmaîl Silêman. Navê Tevgerê: Sason Amûdê. Cî û dîro
ka bûynê: 1975 li Sinceqa Hecî Saidûn ya Amûdê. Cî û dîroka Şehîdbûnê: 1992 li Şkefta Birîndaran ya li herêma Zapê.
“BI ÇI MAFÎ XWÎŞKA MIN ŞEHÎD KIRIN”
Têkildarî mijarê birayê şehîd Nûjîn, Tewfîq Nesrî Silêman wiha axivî: “Şehîd Nûjîn sala 1995an derbasî çiyê bû. Bi şahî û
serbilindiyeke mezin çû. Dema çû bavê min jê re wiha got: “Ev rê riya şeref û rûmetê ye. Zor û zehmetiyên wê pir in. Ez bi te serbilind im, lê xiyanetê qebûl nakim.” Nûjînê soza berxwedan û têkoşînê da û çû. Nûjîn tim digot; li hevalên min xwedî derkevin, çay û qehweyê nedin wan, mîda min ji ber wan xerab bû. Bila deriyê we ji partiyê re tim vekirî be. Sê salan li çiyê ma û şehîd bû. Şehadeta wê pir biêş bû. Çimkî bi destê kesên qaşo em dibêjin birayên me ne şehîd bû. Lê tiştekî wan û kurdîtiyê bi hev re nîne. Nûjîna min sala 1998an li Xakûrkê di êrişa çeteyên PDKê de dema dixwaze hevalê xwe yê birîndar xilas bike, şehîd dibe. Bi çi mafî xwîşka min şehîd kirin.”
“EMÊ HETA DAWIYÊ ŞOPDARÊN ŞEHÎDÊN XWE BIN”
Tewfîq Nesrî Silêman axaftina xwe wiha qedand: “Çawa dikarin serê xwe rakin û bêjin em Kurd in. Kurdiyatî ji wan berî ye. Van namûs û rûmeta xwe firotiye. Dilê bi hezaran dayîk û bavan şewitandin. Dîrok vê xiyanetê ti carî ji bîr nake. Ji bo berjewendiyên xwe Kurd û Kurdistan tev firotine. Gotineke pêşiyan heye, dibêjin; “Filankes mîna kewê dijminê qewmê xwe ye.” PDK jî dijmina gelê xwe ye. Ji bo wê divê em li dijî şerê birakujiyê derkevin. Niha jî dixwazin şerê birakujiyê derxin û gerîlayên me tine bikin. Lê bila baş bizanin ku ti hêz nikarin me tine bikin. Kezeba me şewitî bila kezebe kesên din neşewite. Emê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin. Welatekî azad û serbixwe ava bikin.”
JI BIRAKUJIYÊ RE ÊDÎ BES E
Xwîşka şehîd Sason, Mamoste Seîda Îsmaîl Silêman jî wiha axivî: “Bi salan e PDK li hemberî zarokên me şerê birakujiyê dike. Sala 1992yan PDKê bi hevkariya dewleta tirkî ya dagîrker êrişî gerîlayên Tevgera Azadiyê kir. Di wan êrişan de bi sedan heval şehîd bûn bi sedan jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de birayê min jî hebû. Ji bo ku heval birîndarên xwe bigihînin ciyekî ewle, tevan dibin şkeftê. Lê mixabin çeteyên PDKê ciyê şkeftê nas dikin û bi awayekî hovane wan hevalan şehîd dixin û heta niha jî cenazeyên wan nehatine dîtin. Ji birakujiyê re êdî bes e. Sedema bindestiya me şerê birakujiyê ye. Ev şer berjewendiya dijminê Kurdan pêk tîne. PDK bûye lîstoka destê dijmin. Herwiha ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî van êrişan dike. Lê bila baş bizanin ku dewleta tirkî hebûna Kurdan bi giştî napejirîne û Kurdan tevan dike hedefa xwe.”
“XAYÎNAN Û HEVKARÊN DAGÎRKERAN JI XAKA ME DERXIN”
Seîda Îsmaîl Silêman bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Hovîtiya PDKê ne kêmî ya DAIŞê yê. Kurdê ku birayê xwe bikuje mafê wî nîne bêje ez Kurd im. Birayê min yê birîndar bi dastê wan şehîd bû û cenazeyê wî jî ne xuya ye. Mafê me ye em welatekî azad ava bikin. Lê ev xwefiroşên mîna PDKê xencera di piştê de ne û vî welatî radestî dijminan dikin. Banga min ji her kurdî re heye; yekîtiya xwe çêkin, xayînan û hevkarên dagîrkeran ji xaka me derxin. Me ji bo vê xakê bi hezaran şehîd dane, mafê ti kesî nîne li ser keda wan bijî.”