Desteya Jinan ya Rêveberiya Xweser kuştina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir û cîgira wê şermezar kir û got; ev yek tê wateya ku çete dixwazin îrade û hêza jinan di projeya rêveberiya xweser de têk bibin.
Hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir yê girêdayî navçeya Deşîşa ya kantona Hesekê Sada El-Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr roja Înê ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin û kuştin.
Di vê derbarê de Desteya Jinan ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê kuştina her du jinan şermezar kir û diyar kir ku dijminên projeya rêveberiya xweser hewl didin vê projeya ku armanca wê azadiya jinan e, têk bibin.
Desteya Jinan sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û da xuyakirin ku wê projeyên xwe heta pêkanîna aramî û ewleyiya li Sûriyê, berdewam bikin.
Daxuyanî wiha ye: “Di demekê de ku gelên bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo azadî, pêkanîna aramî û ewleyiyê li herêmê tê dikoşin, hêzên QSD`ê erkê xwe yê sereke ku ew jî tinekirina şaneyên veşartî yên girêdayî DAIŞ`ê, didomînin.
Jin her tim di bersivdayîna DAIŞ`ê de di qada leşkerî de bûn. Rola wan ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser de pêşeng bû. Hebûna xwe bi tevayiya hêza xwe di aliyê siyasî, aborî û rêveberiyê de isbat kirin.
Dijminên projeya rêveberiya xweser dixwazin vê projeya ku armanca wê azadiya jinan e, têk bibin. Ji ber wê jî her tim jinên di nava Rêveberiya Xweser de tên hedefgirtin û mînaka wê jî bûyera ku roja Înê li bajarokê Til El-Şayir Yê girêdayî kantona Hesekê çêbû. Hevseroka meclisa bajarok û cîgira wê ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin û hatin kuştin. Sûcekî din li dîroka çeteyan hat zêdekirin.
Ev sûc tê wateya ku çeteyên terorîst li herêmê tiştekî wan nemaye û dixwazin sûcên bi vî awayî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk bînin da ku îrade û hêza jinan têk bibin.
Em sûcê li dijî her du hevriyên xwe yên di meclisa bajarokê Til El-Şayir de şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan re dixwazin û dibêjin; emê projeya pêkanîna aramî û ewleyiya li Sûriyê û tevayiya cîhanê, berdewam bikin.
Em bang li cîhanê, rêxistinên mafnas, mirovî û taybet rêxistinên jinan dikin ku li hemberî kirin û komkujiyên li dijî jinan bisekinin.”