SAMIR OSMAN/ANHA
Berxwedana dîrokî ya di kuçe û kolanên Kobanê de nîşan da ku cîhan dikare ji bo parastina mirovayiyê û kurdistanî jî ji bo parastina doza xwe bibin yek. Herwiha da xuyakirin ku îradeya bihêz û çanda girêdana bi xakê ve dikare serkeftinê misoger bike.
26’ê Çileya 2015’an şervanên berxwedêr Yên li Kobanê serkeftina li dijî DAIŞ’ê ragihandin.
Serkeftina berî 6 salan li Kobanê hatî ragihandin, ne serkeftineke normal bû. Li Kobanê mirovayî li hemberî terorê bi ser ket, sînor hatin rakirin û cîhan li hemberî xetera herî mezin bû yek. Li Kobanê nîşanên yekîtiya kurdistanî xuya bûn ku armanc jê parastina xakê û dozê bû. Herwiha Ereban destê xwe xist destê Kurdan û rêgezên nijadperestî û şovenîst yên ku pergalên serdest afirandine, rakirin û serkeftina dîrokî li Kobanê ragihandin.
LI KOBANÊ YEKÎTIYA KURD Û EREBAN
Di destpêka şerê Sûriyê de, lîstina bi rayên etnîkî û mezhebî derket pêş ku bû sedema rijandina xwîna bi hezaran mirovan. Lê berî 6 salan û di nava kolanên bajarê Kobanê de Kurd û Ereban nîşan da ku têkiliyên wan dîrokî ne û bi îdiayên derve naxapin. Di wê demê de Odeya Çalakiyan ya Volkana Firatê ku ji komên Ereb, YPG û YPJ’ê pêk dihat, ala pêşengiya şerê li dijî DAIŞ’ê hilda.
Endamê Meclisa Rêveber ya PYD’ê yê herêma Firatê Ehmed Şêxo li ser mijarê wiha axivî: “Dijminên azadiyê xwestin bi belavkirina fikrên tundrew ronesansa fikrî ya gelê Sûriyê tine bikin da ku armancên xwe pêk bînin û li hin cihan jî cihê xwe çêkin. Lê gelê Kobanê qebûl nekir ku cilên reş li xwe bike. Li ser vê berxwedan ragihand heta gihîşt serekfinê.”
Şêxo diyar kir ku Rêveberiya Xweser ku xwe dispêre projeya neteweya demokratîk ku li gorî wê jiyana hevbeş û biratiya gelan hatine avakirin, li dijî tundrawiyê ne û wiha got: “Ji ber vê yekê xwestin vê projeyê tine bikin. Lewre bawer dikirin ku kilîta Rêveberiya Xweser li bajarê Kobanê ye. Ji ber wê bajar kirin armanc da ku fikirê azad tine bikin.”
JI BAKUR BAHOZA PIŞTGIRIYÊ
Piştî ku gund û bajar yek bi yek ketin destê DAIŞ’ê û xeter nêzî bajêr û xelkê wê bû, rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmralî de banga seferberiya giştî, serhildanê û piştgiriya Kobanê li kurdistaniyan kir.
Bi vê bangê re, serhilana gelê Kurd li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest pê kir. Bi hezaran mirov daketin qadan û bang li dewleta tirkî kirin ku dorpêça li ser bajarê Kobanê rake da ku destekê ji Bakur bigire.
Di wê serhildanê de gelek serhildêr ji ber êrişên hikumeta tirkî şehîd bûn. Dewleta tirkî operasyonên girtinê li dijî kesên beşdarî çalakiyên xwedîderketina li Kobanê bûyîn, hê jî didomîne.
Di wê demê de bi sedan ciwanan têlên sînor qetandin û cihê xwe di parastina Kobanê de girtin. Herwiha bi sedan sînorê bakurê bajêr parastin da çeteyên DAIŞ’ê ji wî milî ve derbas nebin.
Fermandarên eniyên berxwedana Kobanê diyar kirin ku desteka ji Bakur gihîştî Kobanê, roleke gelek bibandor di serkeftina li dijî DAIŞ’ê de lîst.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim jî li ser vê mijarê wiha got: “Bi qasî serkeftina me ya li Kobanê, birîna dijmin giran bû. Wekî niha hûn dibînin; piştî 6 salan ji serkeftina Kobanê desthilata tirkî kesên piştgirî dayîn berxwedana bajêr û xwepêşandan li dar xistîn û kesên li ser sînor li rex gelê Kurd yê Kobanê sekinîn, digire. Di demekê de ku em bi serkeftinê şad bûn, dijminê gel, azadî û mafên mirovan ji vê serkeftinê hêrs bû.”
‘PKK’Ê LI KOBANÊ PARASTINA MIROVAYIYÊ KIR’
Mîna li Şingalê kirîn, bi sedan gerîlayên PKK’ê herikîn Kobanê û tevlî berxwedana li dijî DAIŞ’ê bûn. Çend hefte beriya şerê li Kobanê dest pê bike, gerîlayên PKK’ê bi hawara Şingalê ve çûn ku hêzên PDK’ê jê vekişiyan û şêniyên wê li pêşberî Fermana 73’yan tenê hiştin.
Gerîlayan bi hezaran mirovên Êzîdî ji pencên çeteyên DAIŞ’ê xilas kirin. Bi vê yekê qada duduyan ya ji bo wan Kobanê bû.
Salih Muslim got; ji bo ku Kobanê di têkoşîna li hemberî hêzên tarî de bibe rastiyeke mutleq, diviya cîhan tev piştgiriya wê bike. Ji bilî vê, partî û hêzên siyasî û leşkerî li kêleka vî bajarê ku tevahî mirovahiyê diparêze, sekinîn.”
Muslim diyar kir ku ne Kurd tenê, di heman demê de ji tevayia cîhanê parêzvanên mirovayî û azadiyê li kêleka Kobanê sekinin. Lê Kurdan ji bo pêkanîna vê armancê û yekkirina gelan û hildana ala demokrasî û azadî, şehîd dan.