Wêjevanê Kurd Tewfîq El-Huseynî di salvegera 3. ya wefata wî de li bajarê Hesekê hat bîranîn.
Bîranîn ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê ve li kafeterya Bab El-Hara ya li taxa Salihiyê hat lidarxistin. Di bîranînê de malbata wêjevan Tewfîq El-Huseynî û bi dehan rewşenbîr û helbestvan amade bûn.
Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê Qadir Egîd axivî û bal kişand ser zehmetiya ku wêjevan El-Huseynî di jiyana xwe de dîtî heta gihîştî vê astê. Herwiha behsa berhemên wî kir.
Egîd diyar kir ku wê li gorî derfetên xwe berhemên wêjevanê Kurd Tewfîq El-Huseynî yên neçapkirî, çap bikin.
Pişt re endamê Desteya Rêveber ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê Umran Yûsiv kurtejiyana El-Huseynî xwend û sinivîzyoneke li ser jiyana wî hat pêşandan.
Herwiha helbestvan Umran Menteş, Luqman Ebdurehman, Ebdulhekîm Elî, Ebdulxenî Hisên û Seyfedîn Qadirî helbest xwendin.
Bîranîn bi xelatkirina malbata wêjevan Tewfîq El-Huseynî bi dawî bû.
Wêjevan Tewfîq El-Huseynî zêdetirî 60 pirtûkên wî hene û hatine çapkirin. Herwiha gelek xebatên wî jî wergera zimanê kurdî, erebî û îngilîzî hene.
Teqfîq El-Huseynî 18`ê Çileya 2018`an, li mala xwe ya li bajarê Hesekê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.