Komîna Sînemayê ya herêma Efrînê bi hevkariya MSD’ê pêşangeheke wênesazî û peykersaziyê li hola Lîstokan ya kampa Serdemê vekir.
Bi pêmana salvegera 3. ya êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser kantona Efrînê, Komîna Sînamayê ya herêma Efrînê bi hevkariya MSD’ê pêşangeheke hunerî li hola Lîstokan ya kampa Serdemê ya kantona Şehba vekir. 44 şêwekar û peykersaz yên ji Efrînê beşdarî pêşangehê bûn. Amakedariya vê pêşangehê 4 mehan dewam kir.
Pêşangeh bi durişma “Em tên ey Efrîn, Bi ruhê berxwedanê emê dagîrkeriyê têk bibin” hat lidarxisitn. Tê de 102 tablo û 10 berhemên peykesersaziyê hatin pêşandan, ku balê dikişînin ser komkujiyên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê yên li dijî sîvîlan û zehmetiyên koçberên Efrînê yên li kampan.
Nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweser, partî û saziyên siyasî, Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan di vekirina pêşangehê de amade bûn.
Merasima vekirinê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştî ji rêveberên MSD’ê Îlham Umer axivî, vekirina pêşangehê pîroz kir û berxwedana şêniyên Efrînê silav kir.
Hevserokê Komîna Wênesaziyê Erdelan Îbrahîm jî diyar kir ku li hemberî zehemtiyan sekinîn û bi îradeya xwe projeya xwe ya vekirina pêşangehê di nava rewşên koçberiyê de temam kirin. Îbrahîm got; bi vê îradeyê wê li hemberê dagîrkeran bisekinin û Efrînê rizgar bikin.
Pişt re deriyê pêşangehê ji aliyê malbatên şehîdan ve hat vekirin.
Pêşangeh du rojan vekirî ma.