Rojnameya Ronahî

“Çanda me nasnameya me ye”

Darîn SILÊ/Qamişlo

Li bakur û rojhiltê Sûriyê tevî zor û zehmetiyan ciwan li çanda xwe xwedî derdikevin. Li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bejarê Qamişlo, ciwan bi kelecaneke mezin xwe fêrî huner dikin û dixwazin li hemberî tîrên bişaftin û asîmîlasyonê hunera xwe bikin mertal.

Têkîldarî mijarê hunermend Zekeriya Hesen li ser saz û awazên mûzîkê wiha axivî: “Ez 30 salî me. Ji bajarê Efrînê me. Piştî êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser bajarê me, em neçarî koçberiyê bûn. Niha li Qamişlo bi cih bûme. Ez mûzîkvanê beşa kemanê me. Min peymangeha mûzîkê xwendiyê. Xwesteka min xwendina beşa mûzîkê bû. Li pêymangehê gelek beşên mûzîkê hebûn, lê min ji kemanê hes dikir. Li malê birayê min her tim li tembûrê dixist. Ji ber wê min mereqa hunerê kir. Ez ji hunerê pir hes dikim. Li çand û hunerê carna tevlî şanoyê jî dibim. Berî dagîrkirina Efrînê, li gundê Cindirêsê min du salan perwerde da xwendekarên peymangehê. Ji Bilî wê min karê cuda jî dikir.”

Zekeriya Hesen axaftina xwe wiha domand: “Dema em hatin Qamişlo min berê xwe da navenda çand û hunerê. Niha li vir perwerdeyê didim. Nêzî 15 şagirtên min hene. Hin ji wan zarok, hin jî ciwan in. Ji ber zehmetiya kemanê şagirtan yek bi yek perwerde dikim. Şagirt rojê du saetan fêrî medrecmûsîqî dibin. Pişt re fêrî xwendina silemmûsîqî dibin. Piştî wê pirtûka bi navê sûzûkî dixwînin. Di pirtûkê de fêrî temarînên kemanê dibin. Piştî salekê dibin mûzîkvanên baş.”

“XWESTEKA MIN VEGERA BAJARÊ MIN E”

Zekeriya Hesen axaftina xwe wiha qedand: “Ez serkeftinê ji şagirtan re dixwazin, bi hêvê me di paşrojê de bibin hunermendin mezin û li çanda xwe xwedî derkevin. Çimkî çanda me nasnameya me ye. Herî dawî xwesteka min vegera li bajarê min e.”