Rojnameya Ronahî

Tevî imkanên kêm serkeftineke mezin

Jiyan BOZO/Hesekê

Mirov bi heskirinê digihe armanca xwe. Tevî zor û zehmetiyan ciwanên Kurd ji tinebûnê hebûnê diafrînin. Xwedîderketina li xeyalên zarokatiyê û israra bicîanîna wan, kesayeteke bihêz, civakeke dewlemed û nûjen digihîne.

“EZ JI XWEZAYÊ PIR HES DIKIM”

Ciwanê bi navê Hisên Ehmet Keya yê ji bajarê Hesekê li ser heskirinên xwe wiha axivî: “Ez 23 salî me. Xwendekarê Fekûlteya Endezyariya Çandinyê me. Ez ji xwezayê pir hes dikim. Ji 12 salî ve xweza û hebûnên di xwazayê de bala min dikşînin. Di wî temenê piçûk de min nedihişt nûçayeke rewşa hewayê di ser min re derbas bibe. Piştî mezin bûm heskirina min pirtir bû. Piştî qedandina refa 12an min berê xwe da Fakûlteya Endzyariya Çandiniyê. Çimkî ya herî zêde nêzî heskirinên min, ew bû. Sala 2017an min li ser facesbokê bi navê “Li Herêma Cizîra  Sûrî Rewşa Hewayê” malperek vekir. Min bixwe di hêla Klîmatolojî û Meteorolojî, şopandina radarên hewayî û tevgera ewran de xwe pêş xist. Herwiha li cem min cîhazê pîvana baran û germê yê elektronîk heye. Ez formatên bernemeyên hewayê yên cîhanî dişopînim û bi baldariyeke mezin nerînên xwe didim.”

“MEBESTA MIN JI VÎ KARÎ XIZMETA GEL E”

Hisên Ehmet Keya nirxandina xwe bi van gotinan domand: “Mebesta min ji vî karî xizmeta gelê me yê li bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Çimkî ji ber guherîna rewşa hewayê ya li seranserê cîhanê, di salên dawiyê de gelek bûyerên xwezayî yên biêş çêbûn. Ji bo wê min jî xwest gelê xwe bi imkanên xwe yên kêm jî agahdar bikim. Di malpera min de ji bajarên herêma Cizîrê çend nûçegihan hene. Em bi hev re kar dikin. Agahiyan kom dikin, wêne û dîmenan ji herêmên xwe ji min re rêdikin. Ji bo ku rewşa hewayê ya seranserê bakur û rojhilatê Sûriyê dişopînim, min navê malpera xwe guhert, kir “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rewşa Hewayê”. Min bixwe dest bi vê gavê kir û ezê heta dawiyê bidomînim. Ezê xwe pêş bixim da paşrojê bikarim faydeyeke mezin bidim gelê xwe.”

Hisên Ehmet Keya axaftina wiha qedand: “Daxwaziya min ji Rêveberiya Xweser heye ku ji bo rewşa hewayê jî wezaretek û bi wezaretê ve girêdayî navendeke ku bikare 24 saetan rewşa hewayê bişopîne veke. Herwiha di zanîngehê de jî Fekûlteya Klîmatolojî û Meteorolojiyê veke.”