Rojnameya Ronahî

Navên şehîd û birîndarên di êrişa artêşa tirkî ya ser Til Rifet de eşkere bûn

Artêşa tirkî ya dagîrker li Til Rifetê komkujiyeke din kir. Navên kesên di êrişa artêşa tirkî ya dagîrker ya ser navçeyê de şehîd û birîndar bûyîn, eşkere bûn.

Artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê roja Şemiyê êrişî navçeya Til Rifet ya kantona Şehba kirin.

Ajansa nûçeyan ANHA navên 3 sîvîlên di topbaranê de şehîd bûyîn, bi dest xistin. Navên wan wiha ne; Nazliye Mihemed Mistefa û her du zarokên bi navên Macid Yasir Sekran (5) û Ebdulmihsên Sekran (12).

Li gorî agahiyan, Nazliye ji koçberên Efrînê ye û tevî malbata xwe piştî dagîrkirna Efrînê ji hêla dewleta tirkî ya dagîrker ve, berê xwe daye kantona Şehba.

Navên birîndaran jî wiha ne: Mihemed Sekran, Elye Heyder Hebeş, Xalid Mihemed El-Elye, Sadiq Mihemed Hebeş û Mihemed Reşîd.

2`yê Çileya 2019`an de jî artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê navçeya Til Rifet topbaran kiribûn. Di encamê de 10 sîvîl şehîd bûbûn ku piraniya wan zarok bûn û 12 kes jî birîndar bûbûn.