Efaf Heskî
Di nav hemû êrîşên ku li ser Bakûr û Rojhlatê Sûriyê tê kirin û şoreşa rojava ya ku bi navê jinê hate pênase kirin bû sembol û modêl ji tevahî cihanê re.û dinava tevgera jin li Bakûr û Rojhilatê Sûrî rola wê ya herî sereke bû ku xwe ava kir û bi rêxistin kir, û hişmendiya bavksalrî ya ku li ser dihate meşandin xwe gihand astekê ku bi hêz, îrade û rêxistinbûyîna xwe bû bersiv û ji bo rûşkandina sîstema hevjiyana azad heya roja îro jî li ber xwe dide û bedelên giran buha ji bo serkeftina şoreşa jin dide.
Êrîş û cureyên şideta li dijî jinan pêk tê bi armanca bixistina civakê ye, ji ber ku dema civakek jin têde azad be ew civak azad e, lê mixabin di şexsê jinan de sîstemên bavksalarî ji bo pêkanîna bercewendiyên xwe jinê dikin hedef.yek jê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ku têde jin hate hedefgirtin mînak li ber çavê tevahî cihanê û rêxistinên mafê mirovan pêk hat û bêdengiyek li hember van kiryaran heya roja îro jî tê meşandin. Mînaka wê jî hedefgirtina sikrtêra partiya pêşerojê Hevrîn Xelef ya ku banga wekheviya gelan û avakirina sîstemek demokrat li ser esasê hevjiyana azad ji aliyê çeteyên dewleta tirk a dagirker hate hedefgirtin , her wiha dayika Eqîde ku ji bo piştgirya zarokên xwe li Serêkaniyê hate hedefgirtin û bi dehan jinên berxwedêr wekî zehrayan ku ji bo azadiyê tevahiya jinan giştin asta şehadetê , di heman demê de koçberiya ku hate kirin ji ber hovîtiya dewleta tirk û çeteyîn girêdayî wê ew bi xwe suncekî li dijî mirovahiyî ye û şideta herî mezin li ser jin, zarok û civakê bi xwe ye . heya roja îro jî dibin baran û sermaya zivstanê koçberên Serêkaniyê bi taybet jin û zarok rastî şidetê tên, îro jin dema zarokên xwe li ber çavên xwe êşa sermaya zivstanê dikşînin dibîne pê dêşe, îro dema dewleta tirk xwediyê kedê ji mala wî bi dare zorê derdixîne û mecbûrî koçberî dike ew şideta herî giran ya ku li hember civak û jin û zarokan tê meşandin.
25 mijdarê de roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hate naskirin, îro ev têkoşîn li kampa waşokanî û şehba dewam dike . pêwiste rêxistinên mafê mirovan di vê rojê de bi erkê xweyî wicdanî rabe û rê li ber şidetê rawestîne û bêdengiya ku heta roja îro yek ji van rêxistinan û dewletên navnetewî bêdengiyek sar û karekî xemsar ji bo koçberên serêkaniyê , girê spî û şehba nîşan nedan e . îro jî rêjîma sûrî kongir ji bo vegera koçberên dervayî welat li dar dixin lê di welatê xwe de heya roja îro ji bo koçberên ku dihundirê xaka xwe neçarî koçberiyê bûne tu helewst nîşan nedan e .
Lê wekî ku tê zanîn ku jin çiqas rastî şidet, zor û zehmetî were û sîstemên ku wê ji mafê wê xwezayî mehrûm dike û lê ferz dike li ber xwe dide û rêxistin û berxwedaniya xwe di hemû qadan de cih digre û bêtir asta têkoşîna xwe bilindtir dike .