Hediya HISÊN/Qamişlo
Bi durişma “Ji dagîrkeriyê re na, dem dema parastina şoreşê ye” Meclisa Malbatên Şehîdan bi pêmana salvegera 3. ya dagîrkirina Efrînê li bajarê Qamişlo meşek li dar xist.
20/1/2021 li bajarê Qamişlo saet 11. bi pêşengiya Mclisa Malbatên Şehîdan meşek hat lidarxistin. Meşê ji taxa Mûnîr Hebîb dest pê kir û heta taxa siyahî (Cihê UN) dewam kir. Gelek desteyên Rêveberiya Xweser tevlî meşê bûn û banga piştgirî û rizgarkirina Efrînê kirin.
Di çalakiyê de ji rêveberiya gumrikê Narîşan Efrîn wiha axivî: “3 sal in Efrîn dagîrkirî ye. Îro rojeke reş e ji bo me. Armanca dewleta tirkî ya dagîrker şkandina vîna gelê Kurd e. Lê em ji dagîrkeran re dibêjin ew gelê 58 rojan li hemberî tank, top û balafirên we li ber xwe dayî, vîna wî ti carî nayê şkandin. Efrîn ya me ye ne ya dagîrkeran ne. Efrîn ti carî nakeve emê xaka xwe rizgar bikin.”
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen wiha axivî: “Îro roja xemgîniya gelê Kurd e. Koçberiya Efrînê êşeke mezin dide me. Lê wê xewn û xeyalên dijmin ti carî pêk neyên û emê Efrîna xwe rizgar bikin. Emê bi hêza gelê xwe bi ser bikevin.
Ji koçberên Efrînê rojnemevan Nûrhat Hesen jî wiha axivî: “Dewleta tirkî ya dagîrker dixwaze împaratoriya Osmanî vegerîne. Dibêje eger konekî Kurdan li bakurê Afrîka jî hebe ezê tine bikim. Lê dema dît ku projeya rêveberiyeke xweser û demokratîk bi destê Kurdan çêdibe, xwest pêşiya vê projeyê bigire û erdê me dagîr bike. Lê bi ser nakevin, çimkî gelê me bi vîn û hêza xwe bawer e. Hêzên navneteweyî çavê xwe ji hovîtiya dewleta tirkî re digre. Lê emê bi kamera û pênûsa xwe vê hovîtiyê nîşanî cîhanê bikin. Baweriya me heye û emê li xaka xwe vegerin. Çi gelê bi bawerî û vîn be wê vegere xaka xwe.”





