Hediya HISÊN/Qamişlo
20 Çileya 2021ê Ezmûnên demsala yekê ya refa 12an li herêma Cizîrê dest pê kirin. 3 hezar û 500 xwendekar tevlî ezmûnan bûn.
Derbarê mijarê de Rêveberiya dibistana Mîşêl Selîba, Lava Îbrahîm wiha axivî: “Îsal sala yekê ye ku li dibistanên herêma Cizîrê meteryalên refa 12an tên xwendin. Ezmûn wê hefteyekê dewam bikin. Saeta ezmûnan ji 8an heta 10 û nîvê ye. 62 xwendekarên me tevlî dibin. Pirsên ezmûnê ji aliyê desteya perwerde û fêrkirinê ve hatine amadekirin. Pirs li ser sê beşan hatine amadekirin; asta xwendekarên jîr, navî û lewaz. Ezmûn li 5 polan pêk tên. Li 3 polan her yek 14 xwendekar, li 2 polan jî her yek 11 xwendekar tên bicîkirin. Asta xwendekarên me baş e. Herwiha piştî qedandina dersên rojane, ji bo bilindkirina asta xwendekaran mamoste perwerdeya taybet û bêpere didin.”
Lava Îbrahîm axaftina wiha qedand: “Ji ber ku ev sala yekê ye xwendekarên me bitirs in. Lê em bi wan re dibin alîkar û serkeftinê ji xwendekaran hemûyan re dixwazim.”