Nexweşxaneya Dil û Çavan emeliya 2. ji nexweşekî re çêkir. Bijîşkê emelî çêkirî da xuyakirin ku her du nexweş bi encamên baş ji emeliyê derketine.
Piştî amadekariyên zêdeyî salekê ji bo çêkirina emeliya dil, li Nexweşxaneya Dil û Çavan ya li bajarê Qamişlo, 20`ê mehê emeliya yekê ya dil ji nexweşê bi navê Mihemed Berzencî (60) re hat çêkirin.
Di heman dîrokê de nexweşekî bi navê Ehmed El-Hemed (54) ji Reqayê anîn nexweşxaneyê. Rêveberiya nexweşxaneyê derengê şevê biryar da ku emeliyê jê re çêkin.
Têkildarî mijarê Bijîşkê pisporê emileya dil Selam Mihemed Hesen wiha got: “Rewşa her du nexweşan baş e. Digel ku nexweşê din ji sedî 99 rayên dilê wî girtî bûn, dîsa jî ew xeter derbas kir.”
Selam Hesen diyar kir ku nêzî 6 nexweşên din jî hene navê xwe tomar kirine wê di rojên bê de emelî ji wan re bê çêkirin.
Selam Hesen herwiha da zanîn ku 5 bijîşk derbasî emeliyê bûne, 2 ji wan pisporên emiliya dil bûn.