Dilîn EHMED/Qamişlo
Êrişên dewleta tirkî yên 9`ê Cotmeha 2019an yên ser bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî, bûn sedema koçberiya sîvîlan û dûrxistina zarokan ji dibistanên wan.
Dewleta tirkî, bi hezaran malbatên Serê Kaniyê û Girê Spî, neçar kirin ku mal û milkên xwe li bişt xwe bihêlin û wek noka li kevir bikeve her kes biçe deverekê. Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, koçberên van bajaran li Kampa Newroz ya li bajarê Dêrikê bi cî kirin. Herwiha ji bo perwerdeya zarokan jî dibistanek ava kir. Heyva Sor a Kurdî jî ji bo tenduristiyê li wir dimîne. Ji bo aramiya kampê jî bi şev û roj asayiş li ser kar e.
“DIVÊ ALÎKARÎ BI XWENDEKARAN RE WERE KIRIN”
Ji rêveberiya dibistana Kampa Newroz Noşîn Umer diya kir ku heta ji wan tê bi derfetên heyîn, pêdiviyên xwendekaran pêk tînin û wiha got: “Bi giştî rewşa dibistana kampê baş e. Meha Îlonê me dest bi xebata xwe kir. Ji ber ku zarok ji dibistanên xwe dûr ketine, bandoreke mezin li derûniya wan bûye. Ji ber ku her roj koçberên nû tên kampê, rojbiroj jimara xwendekaran zêde dibe. Destpêka vekirina dibistanê jimara wan 50 bû, lê niha 179 in.”
Noşîn li ser zehmetiyên derdikevin wiha axivî: “Em di dayîna minhacê de kêm mane, lewra hin ji xwendekaran nû îsal tevlî perwerdeyê dibin. Em jî neçar dibin ku ji tîpan dest bi waneyan bikin. Ji bo derûniya wan jî, hefteyê carekê em semîneran didin. Tevî rewşa zehmetiyan, xwesteka wan ya fêrbûnê pir e. Em jî bi derfetên heyîn, bi wan re dibin alîkar.”
Noşîn Umer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di dawiyê de vê dibêjim; divê rêxistinên mirovî erkê xwe pêk bînin û ji bo pêdiviyên dibistanê alîkariya xwendekaran bikin. Em mamoste jî heta ji me tê em nahêlin zarok ji perwerdeyê qut bibin û çi ji me were xwestin em amade ne.”
“MIN BÎRIYA HEVAL Û DIBISTANA XWE KIRIYE”
Xwendekara refa yekê ya bi navê Jiyan jî, bi hestê xwe yê mîna yê firîşteyan wiha axivî: “Ez bi mamosteyên xwe kêfxweş im û ji dibistana xwe jî pir hes dikim. Lê min pir bîriya bajarê xwe dibistan û hevalên xwe kiriye. Êrişa ser bajarê me, bû sedema qutbûna destê me ji dost û hevalan. Min pir dixwest hevalên xwe li vir bibînim, lê mixabin heta niha min ti kes nedîtiye. Ez hêvî dikim ku rewşa wan baş be û em di demeke nêz de bi hev re vegerin bajarê xwe.”