Werşeyên xebatê yên xetên petrolê pirsgirêka di boriya petrolê ya li herêma Cerih ya girêdayî navçeya Tirbespiyê de, bilez çareser kirin.
Pirsgirêka di xeta petrolê de ku di çemê Cerih re derbas dibe, bû sedem ku petrol biherike ser çem.
Şêniyên gundên derdora çem, berpirs agahdar kirin. Rêveberiya Daristan û Parêzgehan û Rêveberiya Jêderên Avê yên herêma Cizîrê, bi alîkariya werşeyên Rimêlanê bilez pirsgirêk çareser kirin.
Rêveberiyê stasyona Seîde ya petrolê li navçeya Tirbespiyê Hesen Enter got; ev xet nayê bikaranîn. Ji ber ku di binê çem re derbas dibe, zingarî bû û qul lê çêbû.
Hesen Enter da zanîn ku werşeyên wan piştî agahdarkirinê yekser dest bi kar kirine û pirsgirêk çareser bûye. Werşeyan tor restore kir da ku careke din petrol neherike çem.
Hesen Enter piştrast kir ku werşeyên wan çem heta dawiya rêça wê paqij kirine û berî ku petrol bigihe gundê El Reş, pirsgirêk çareser kirine.
Çemê Cerih di 7 gundên Tirbespiyê re derbas dibe û avê dide bendava Mizgeft ya girêdayî navçeyê.