Civîn li hola Rewabî ya li aliyê rojavayê bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Hol bi alên YPG, YPJ, QSDê, Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.
Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, dûv re Berdevkê Fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd axivî û got: “Ji bo min cihê serbilindayiyê ye ku ez li vir û li pêşberî malbatên şehîdan sekinîme. Şehîdan ji bo parastina zarokên welatê xwe li ser bingehê demokratiyê û parastina mirovayiyê canê xwe feda kir.”
Nûrî Mehmûd da zanîn ku malbatên şehîdan pêşengên wan in û axaftina xwe wiha domand: “Heke ne ji fikir û helwesta şehîdan û erkê parastina xakê ku girtin ser xwe bûya wê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê herêmên DAIŞ`iyan buna. Li bakur û rojhilatê Sûriyê li derdora 11 hezar şehîd hene û li dijî DAIŞ û sîstemên şofînîst yên tundrew ku artêşa tirkî di nav de ye, efsaneyên dîrokî nivîsandine.”
Berdevkê Fermî YPG`ê Nûrî Mehmûd got; divê her kes erkê xwe pêk bîne, destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin û bi vî awayî bikarin xwe bigihînin Sûriyeke demokratîk, destûreke demokratîk ku rêzê ji azadiyê, rûmet, çand û ola civakan re bigire.
Di dawiya civînê de Koma Botan ya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê stiranên derbarê şehîdan de gotin û zarokekê ji Koma Kulîlkên Kurdistanê helbestek xwend.