Hevserokê MSD’ê got; encama civînên Astana xeta şoreşa Sûriyê guhert û diyar kir ku komîteya destûrî binketî ye û temenê hikumeta Şamê dirêjtir dike.
Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar têkildarî derbasbûna 4 salan di ser destpêkirina civînên Astana re (yên di navbera Rûsya, dewleta tirkî û Îranê de) wiha axivî: “Em bi vexwendina Astana û kongreya Soçî ne rihet bûn. Lewre me tê de hewldana girêdana opoziyona Sûriyê bi ajandeyên rejimê ve dît. Herwiha hewldana komkirina pirsgirêka Sûriyê hat kirin. Ev heta niha tê meşandin.”
Derar da zanîn ku ku operasyonên sivikkirina şer û parçekirina Sûriyê bi Astana û tesfiyekirina opozisyonên çekdar pêk hat û wiha got: “Çeka ketî destê opozisyonê bû aktora guhertina wêneya rasteqî ya opozisyona ku bi demê re veguherandin wêneyeke terorîst û hişt ku cehwerê opozisyonê biheje. Ev encama lewaziya têgihiştina opozisyonerên Sûrî û nesazbûna xebata opozisyonê ye.”
“MSD CUDATIR E”
Têkildarî siyaseta MSD`ê ya li bakur û rojhilatê Sûriyê, Derar diyar kir ku di nava sîstema Meclisa Sûriya Demokratîk de mekanîzmeyeke ji ya opozisyonê cudatir hilbijartine. Ji ber wê di qada navneteweyî de weke itirafekê pê çêbû, lê dîsa jî ne li gorî ku tê xwestin û ne li gorî asta geşedanan e.
“QSD LI DIJÎ DAIŞ`Ê SEKINΔ
Riyad Derar eşkere kir ku QSD li dijî terora DAIŞ`ê û hevalbendên wê disekine û wiha domand: “Me bi hev re ji bo avakirina Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar kir. Bi vê me rûyê rastî yê Sûriya paşrojê û Sûriya nû diyar kir. Li ser vî esasî Astana her tim li dijî vê projeyê disekinî û digot; projeya parçekirinê ye.”
Derar da xuyakirin ku aliyên Astana (Rûsya, Tirkiye û Îran) heta îro bi Amerîka re bi nakok in. Ji ber wê opozisyon li kêleka her sê aliyan sekinî û li gorî ferman û xebata wê tev geriya.
Hevserokê MSD`ê bal kişand ser binketina Astana û wiha domand: “Binkeftina Astana destpêkê encama guhartina xeta şoreşa Sûriyê ye, ya 2. jî dûrkirtina wê ji biryarên Cinêvê ye.”
“KOMÎTEYA DESTÛRÎ BERÊ Û NIHA JÎ BINKETÎ YE”
Hevserokê MSD`ê Riyad Derar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di pêvajoya rêgehên şoreşan de Sûriye bû derseke binketî û xetekê dide nîşankirin ku tişta tê xwestin ew e ku gel di binê hikumê dewlet, rejim û hikmekî diyarkirî de bimîne. Herwiha girêdayî ajandeyan be û dûrî siyaseta ku banga azadî rûmetê dike, bikeve.”
AZAD SEFO/ANHA