Necmedîn Mele Umer diyar kir ku vîna rêber Abdullah Ocalan bi tecrîda giran jî têk neçûye û got; tersê têkbirinê, vê vînê û bi xurtbûna tevgera Azadiyê aliyên kevneperest û nijadperset tên çewistandin.
Sekerterê Giştî yê Partiya Komûnîst ya Kurdistanê Necmedîn Mele Umer têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ji ajansa nûçeyan ANHA re axivî.
Necmedîn Mele Umer da zanîn ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li cihekî cîhanê nîne û got; ji ber ku bandora fikir û felsefeya rêber Ocalan li ser tevayiya Kurdistanê heye û şoreşeke demokratîk ava kiriye, dewleta tirkî jê ditirse.”
Mele Umer axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî difikire ku heta rêber Ocalan girtî be wê doza gelê Kurd aloz be. Lê nizanin ku bîrdoziya Ocalan ji gelê şoreşger û gelê Kurd re bûye dibistaneke weke çirayê.”
Mele Umer got, ya tecrîdê dike ne dewleta tirkî tenê ye, hêzên hegamon û nijadperest yên ku gelan qir dikin jî hene.
Mele Umer da xuyakirin ku pirsgirêka li Rojhilata Navî bi tecrîda li ser rêber Ocalan ve girêdayî ye. Lewre Ocalan xwediyê raman û fikirên kûr û berfireh e.
Sekreterê Giştî yê Partiya Komûnîst ya Kurdistanê Necmedîn Mele Umer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger ji fikirê rêber Ocalan natirsin, çima bernadin? Bi girtin û tecrîda li dijî rêber Ocalan, eşkere dibe ku dewletên hegamon ji fikir û felsefeya wî ditirsin. Ji ber wê bernadin.