Leylan RESO/Qamişlo
Sê sal di ser dagîrkirina Efrînê re derbas dibin. Ji dagîrkirinê vir ve ji aliyê dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê ve, bi sedan kes hatin revandin, kuştin û destdirêjî li jinan hat kirin. Li bakur û rojhilatê Sûriyê bi pêmana salvegera sisiyan ya damezirandina bajarê Efrînê, bi durişma,”Dem dema parastina şoreşê ye,” rêzeçalakî hatin lidarxistin.
“EFRÎN BAJAREKÎ KURDISTANÊ YE”
Endama Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Zanîngeha Rojava Gulîstan Sîdo, li ser salvegera 3. ya dagîrkirina Efrîn wiha axivî: “Ev sê sal in Efrîn dagîr bûye. Gelê ku dixwaze vegere ser xaka rojane êşa koçberiyê dikişîne. Gelê Efrînê yê berxwedêr niha li deverên cuda koçber in. Li hemberî berxwedana 58 rojan û bi hezaran şehîd û birîndaran em bejina xwe ditewînin. Dagîrkirina Efrînê encama komployeke navneteweyî bû. Ji bo berjewendiyên hêzên serdest Efrîn hat firotin û dagîrkirin. Ev sê sal in dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê li Efrînê sûcên dijmirovî dikin. Qirkirineke arkeolojîk, aborî û çandî dikin. Efrîn bajarekî Kurdistanê ye, çandeke resen ya kurdî li wir heye. Ji ber wê êrişî vê çandê kirin. Herwiha êrişî tevayiya warên kevnar kirin.”
Sîdo axaftina xwe wiha domand: “Di warê çandî de jî, zimanê dayîkê qedexe kirin û zimanê tirkî û erebî li herêmê kirin mecbûrî. Qirkirina herî mezin û kiryarên hovane bi jinên Efrînê tên kirin. Di gelek raporan û di rojnameyên emrîkî de qirkirin, kuştin, revandin û destdirêjiya li jinên Efrîn hatin belgekirin. Divê pêşiya vê rewşê bê girtin. Emê li ber xwe bidin heta ku deverên me yên dagîrkirî tev bên rizgarkirin û emê serkeftinê bi hevgirtina gelan pêk bînin.”
“EM SOZA TINEKIRINA DAGÎRKERIYÊ Û RIZGARKIRINA EFRÎNÊ DIDIN”
Hevseroka Desteya Hundir ya bakur û rojhilatê Sûryê Hêvî Mistefa jî ev nirxandin kir: “Berî 3 salan êriş û hovîtiyek pir mezin bi ser Efrînê de hat û cîhan bêdeng ma. Heta niha jî ev kiryar dewam dikin. Her roj talankirin, kuştin, revandin û destdirêjiya li jinan dibin. Digel hovîtiya tê kirin û êşa dikişîne, ti hêz nikarin vîna gelê Efrînê û berxwedana wan bişkînin. Bi pêmana salvegera dagîrkeriyê li seranserê bakur û rojhilatê Sûriyê çalakî çêbûn. Ev berxwedan nîşan dide ku ti tişt nikare vîna gelê Efrînê bişkîne. Em jî soz didin ku vê dagîrkeriyê tine bikin û Efrînê rizgar bikin.”