Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê kuştina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir yê girêdayî navçeya Deşîşa ya başûrê kantona Hesekê Seîde Feysal El-Hermas û cîgira hevserokatiya meclisê Hind Letîf El-Xidêr şermezar kir.
Koordînasyonê diyar kir ku ev sûc di radeya yekê de îradeya jinan dike hedef ku bûne hêzeke fikrî, siyasî, civakî, leşkerî û dîplomatîk û gihîştine asteke ku dikare barê rêveberiyê û şoreşê rake û wiha dewam kir: “Herwiha jin beşdarî tevayiya qadên xebatê bûn, hebûna xwe isbat kirin, roleke çalak di civakê de lîstin û li dijî zihniyeta desthilatdar û zihniyeta baviksalar tê koşiyan. Lêbelê tevî vê berxwedan û têkoşînê jî ku li seranserê cîhanê deng veda, hê jin rastî sûcên kuştin, revandin, tundî û hr cureyên êrişan tên.”
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku armanca vî sûcî têkbirina ewleyî û îstiqrarê ye û belavkirina tirsê di nava gelên bakur û rojhilatê Sûriyê de ye, da ku jiyaneke birûmet ku tê de demokrasî û biratî heye, çênebe û wiha hat gotin: “Em Koordînasyona Kongreya Star sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan re dixwazin. Em bang li tevayiya xebatkaran dikin ku li hemberî planên qirê yên îrade û azadiya jinan dikin hedef, hişyar bin.”
Di daxuyaniyê de topbarana dewleta tirkî ya dagîrker ya li ser herêmên Şehba û navçeya Til Rifetê hat şermezarkirin ku di encamê de jin û zarok şehîd bûbûn.
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hemberî faşîzma tirkî û sûcên hikumeta AKP`ê wê berxwedan û têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê bidomînin.
Şeva Înê hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir yê girêdayî navçeya Deşîşa ya başûrê kantona Hesekê Sada Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin û pişt re hatin kuştin.