Bêrîvan Xalid got; rola jinan di Rêveberiya Xweser de diyarker û şênber e. Jinên ku di Rêveberiya Xweser de cih digirin, jinan teşwîq dikin ku rola xwe di civakê de pêk bînin. Bêrîvan Xalid diyar kir ku têkoşîna parastina destkeftiyên jinan û xilasiya ji zihniyeta desthilatdar dewam dike.
Hevseroka Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid di hevpeyvînekê de xebata du salan ya jinan di Rêveberiya Xweser de nirxand. Bêrîvan Xalid bal kişand ser rola jinan ya di Rêveberiya Xweser de û zehmetiyên dîtîn. Herwiha diyar kir ku jinan bi beşdariya xwe ya çalak di navenda biryarê de mohra xwe li Rêveberiya Xweser xist.
HEVPEYVÎN WIHA YE:
Jinan çawa xwe di nava Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê de bi rêxistin kir û hûn asta jinan di 2 salên avabûna rêveberiyê de çawa dinirxînin?
Jinan di nava rêveberiyên xweser û yên sîvîl de di qada siyasî, leşkerî û aborî de roleke sereke lîst û di aliyê rêveberiyê de roleke pêşeng girtin.
Ji destpêka ragihandina Rêveberiya Xweser ve ji herêma Cizîrê, Efrînê, Firatê û heta Rêveberiyên Sîvîl yên Tebqa, Minbic, Reqa û Dêrezorê, jinan xwe di nava rêveberiyê de bi rêxistin kir.
Ev rêxitin li ser asta hevserokatiyê di tevayiya deste, nivîsgeh û komîteyan de û li ser asta nûnertiyê di binê navê Koordînasyona Jinan ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê de, pêk hat.
Beşdariya jinan di Rêveberiya Xweser de çi da guhertin û çi lê zêde kir?
Bi giştî jinan mohreke diyarker li rêveberiyê xist, di aliyê rêveberî û rêxistinî de beşdariyeke jinan ya erênî û çalak heye. Di beşdariya wê di hevserokatiyê de jî astengî û zehmetî li pêşiya wê hene. Lewre di civaka me de jin ji ber zihniyeta baviksalarî êrî dikişînin, ku rola jinan di asta hevserokatiyê, nûnertiyê û li navendên biryarê û berpirsiriyarê de qebûl nakin.
Helbet, jin parçeyeke civakê ye û beşeke mezin ji civakê temsîl dike. Jinan gelek zehmetî kişandin. Di sala 2020`î de weke beşên din yên civakê, jinan jî zehemtî dîtin, lê belê azarên wan zêdetir bûn. Tevî astengî, zehemtî û rexneyan jî, jin xwedî roleke girîng bûn û mohra xwe li tevayiya qadên jiyanê xistin.
Jin bi beşdariya xwe di Rêveberiya Xweser de çawa li hemberî zihniyeta baviksalarî têdikoşin?
Sîstemên desthilatdar xwedî têgeh û feraseteke diyar bûn. Wan serweriya mêr li ser jinê di civakê de temsîl dikir. Li gorî wî mêr çavdêr, rêveber û serok bûn. Lê belê Rêveberiya Xweser bi pêkanîna sîstema hevserokatiyê li deste, nivîsgeh û meclisan (Meclisa Rêveber, Meclisa Qanûnsaz) karîbû vê zihniyetê derbas bike.
Jin çawa dikarin şerêndesthilatê rawestînin û nehêlin ku rêveberî veguhere desthilatdariyê?
Di civînên rêxistinî, dewreyên perewerdeyê, diyalog û semîneran de perspektîfên ji bo xilasbûna ji şerên desthilatê ku sîstemên desthilatdar disepînin, dewam dikin. Da jin rola xwe wek rêveber ne wek desthildar bilîzin, berevajî ku sîstemên desthilatdar hewl didin di zihniyeta civakê de bidin rûniştandin.
Rêveberiya Xweser wekî aliyekî berpirsyar, çawa piştgiriyê dide rêxitinên jinan yên bakur û rojhilatê Sûriyê? Gelo piştgiriyeke taybet ji bo bidawîkirina tundiyê heye?
Di Rêveberiyên Xweser û Sîvîl yên bakur û rojhilatê Sûriyê de, deste û komîteyên jinan hene. Herwiha rêxistinên jinan û saziyên civaka sîvîl li herêmê hene, ku bi awayekî domdar bi wan deste û komîteyan re koordîne dike. Hemleyên zanakirinê yên hevbeş jî hene. Piştgiriya madî û manewî ji hemû rêxistinên jinan re tê dayîn.
Destkeftiyên jinan yên sereke di 2020`î de çi bûn?
Ji dema avakirina Rêveberiya Xweser ve, jinan li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî bi dest xistin. Ji qanûna jinan, erêkirina qanûnê û pêkanîna wê li herêmên bigire, heta sîstema hevserokatiyê û beşdarbûna di tevayiya nivîsgeh û desteyên Rêveberiya Xweser de û rola wê ya pêşeng di şoreşa nakur û rojhilatê Sûriyê de.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî û projeyên jinan hene. Di sala 2020`î de bi taybetî li pêşiya jinan gelek astengî hebûn, ji wan astengiyên aborî, siyasî û civakî bûn, hin astengiyên tenduristî jî hebûn wekî vîrûsa Koronayê. Astengiya herî dijwar jî êrişên dewleta tirkî ya dagirker li ser nakur û rojhilatê Sûriyê bû ku bandor li xebata Rêveberiya Xweser bi giştî û li xebata jinan bi taybetî kir.