Jiyan BOZO/ Qamişlo
7 salên têr û tijî derbas bûn. Tevî zor û zehmetiyan Rêveberiya Xweser mora xwe li dîrokê xist. Jinên bakur û rojhilatê Sûriyê jî, ji bo parastina destkeftiyan plansaziyek mezin û girîng dane pêşiya xwe.
“JINAN DI TEVAYIYA SAZÎ Û DESTEYAN DE KAR Û XEBATKE SERKEFTÎ KIR”
Derbarê mijarê de cîgira Desteya Jinan ya bakur û rojhilatê Sûrî Rûken Mele Îbrahîm wiha axivî: “Em salvegera avakirina Rêveberiya Xweser li tevayiya gelên herêmê pîroz dikin. Di avakirina rêveberiyê de jin xwedîroleke sereke bûn û pêşengiya wê kirin. Di dîroka Sûrî de cara yekê desteya jinê di nava rêveberiyê de hat avakirin. Vê rêveberiyê gelek zor û zehmetî dîtin. Lê bi israr û keda xwe bi ser ket. Piştî avakirina Rêveberiya Xweser bi salekê, projeya hevserokatiyê hat danîn. Jinan di tevayiya desteyan de li kêleka mêr ciyê xwe girt. Ev 7 sal in rêveberî karê xwe serkeftî dimeşîne. Jin jî bi awayekî çalak tevlî dibin.
“WÊ SALA 2021Ê JI JINAN RE SALEKE GIRÎNG BE”
Rûken Mele Îbrahîm axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Civîna Koordînasyona Jinan ya bakur û rojhilatê Sûrî (17,01.2021) li Reqa li dar ket. Di civînê de gelek biryar hatin dayîn. Yek ji biryarên girîng zagona jinê bû. Ji bo wê, karê me yê sereke yê sala 2021ê wê erêkirina vê zagonê ji bo seranserê bakur û rojhilatê Sûriyê be. Ev zagon heta niha ji bo herêma Cizîrê tenê bû. Ji bo em xwe bigihînin jinan tevan projeyên me yên dayîna semîneran hene. Xala bingehî ya civîna me -hevalên mêr yên di rêveberiyê jî di navê de-, perwerdekirina tevyiya mêran bû. Xaleke din ya civînê pêkanîna projeyên jinan û xwedîderketina li jinên di girtîgehan de û perwerdekirina wan bû. Herwiha sazkirina rêziknameya Koordînasyona jinan jî yek ji biryaran bû. Civîna me bi 18 xalên bingehî bi dawî bû. Ji ber wê, wê sala 2021ê ji jinan re saleke girîng be.”