Dewleta tirkî xwe amade dike ku di nava 10 rojan de êrişeke dagîrkirinê bide destpêkirin û Şingal û bajarê Dêrikê dagîr bike.
Piştî hevdîtinên wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar yên li Bexda û Hewlêrê serokkomarê dewleta tirkî ya dagîrker Recep Tayyîp Erdogan pirsa rojnamevanan ya “Wê operasyonek li dijî Şingalê pêk bê?” wiha bersiv dabû: “Em her tim amade ne operasyonên hevpar bikin, lê heta ku ev operasyon neyên destpêkirin, nayên ragihandin. Gotineke min heye; “Dibe ku şevekê em ji nişka ve bên”. mesele tev ev e.”
Têkildarî mijarê gelek çavkanî ji ANHA’yê re axivîn û gotin; dewleta tirkî xwe amade dike ku di heman demê de êrişî Şingal û Dêrikê ya bakur û rojhilatê Sûriyê bike.
Çavkaniyan diyar kir ku wê êriş di nava 10 rojên pêş de pêk bên, lê agahiyên berfirehtir nedan.ANHA