Greva birçîbûnê ya ji bo şkandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zindanan hatî destpêkirin, di roja 61p de didome û girtî di çalakiya xwe de bibiryar in.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Greva birçîbûnê ya ji bo şkandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariya li girtîgehan ya 27`ê Mijdarê ji aliyê girtiyên PKK û PJAK’ê ve hatî destpêkirin, di roja 61ê de dewam dike.
Girtî diyar dikin ku li gel zordariyê heta tecrîd bi dawî nebe wê de ji çalakiya xwe bernedin û bi biryardarî çalakiya xwe bidomînin. Herwiha bang li gel jî dikin ku li çalakiyên greva birçîbûnê xwedî derkevin.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI MEXMÛRÊ DI ROJA 40, DE YE
Li wargeha koçberan ya şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî li dijî tecrîda li Îmralî, bi pêşengiya jinan 18’ê Kanûnê, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî li Komeleya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê di roja 40, de dewam dike. Şêniyên wargehê di çalakiya xwe de bibiryar in û diyar dikin ku heta tecrîd neyê şkandin û zordariya li zindanan neyê rakirin wê çalakî neqede.





