‘Armanca dagirkeriyê kuştina gelan e’
Idrîs Henan
Îro şêniyên Efrîn û Şehbayê bi merasîmeke girseyî dayîka Nazliye Mihemed Mustefa li goristana Fafînê ya Şehîdan oxir kirin. Herdu zarokên Majêd Yasêr Sekran ê 5 salî û Abdulmuhsên Sekran ê 12 salî jî li bajarê Til Rifetê hatin oxirkirin.
Merasîma oxirkirina dayîka Nazliye bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Desteya Rêvebir a PYD li Herêma Efrînê Hediye Yûsiv bi zimanê erebî axivî. Yûsiv di destpêka axaftina xwe de şehîdên doza azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û ev tişt anî ziman: “ dagirkerî ji ber daxwazên me yên azadî û demokrasiyê her roj êrişî me dike. Naxwaze gelên Sûriyê bi îradeya xwe bijî. Ji lew re berî Kurdan êrişî Ereb, Asûr û kildanan dike”.
Armanca Dagirkeriyê Talan Û Qirkirin E
Hediye Yûsiv di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gelan li Sûriyê û wiha dewam kir: “heya ku dagirkerî li ser her bosteke axa Sûriyê hebe, têkoşîna li hemberî wê jî mafekî me ya rewa ye. Em xwedî axê ne. Çavên dagirkeriya tirk ji projeya me ya yekîtiya gelan û avakirina Sûriyeyeke pirrengî, azad û demokratîk bar nabin. Bi hemû hêza xwe hewl dide vê jiyana gelan li Sûriyê xira bike. Lê em ê jî bi yekîtiya gelên Sûriyê projeya xwe bi ser bixin. Ji lew re her roj êriş dike û dixwaze carek din me ji ser axa xwe koçber bike ku talan û diziya li Efrînê dike li vir jî bike”.
Erka Me Ya Bingehîn Berxwedan E
Endama Desteya Rêvebir a PYD li Herêma Efrînê Hediye Yûsiv di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê heya dawiyê pabendê doza şehîdan bin û ev tişt got: “êrişên dijmin ranawestin. Dibe ku girantir jî bibin. Lê em jî di avakirina Sûriyeya demokrat, pirrengî û azad de bi israr in. Derxistina dagirkeriyê ji axa Sûriyê erka her hemwelatiyekî Sûriyê ye. Em ê têkoşîna gelan a li hemberî dagirkeriyê û çeteyên wê bilindtir û mezintir bikin”.
Rûsya Lempeya Kesk Ji Tirkiyê Re Vêxistiye
Her wiha li ser navê Meclîsa Rêvebir a Kantona Efrînê Mihemed Remedan axîvî û wiha got: “êrişên li ser Şehba û yên tevahî Bakur û Rojhilatî Sûriyê hemwextî hev in. Mirov nikare cuda bigire dest. Di êrişa li ser Til Rifetê de, diyare lihevkirinek şam û Enqerê heye. Ji bo wê jî Rûsyaya ku qaşo gerantor e, lempeya kesk vêxistiye. Lê bila hemû alî jî baş zanibin; her topeke wan kîn û nefreta vî gelî li dijî dagirkeriyê zêde dike. Ev dê gavên me yên berxwdanê hê mezintir bike”.
Li ser navê Kongra Star jî Gulê Mihemed tekez kir ku îro têkoşîna bi pêşengtiya jinê li Sûriyê bi pêş dikeve têye hedefgirtin.
Bila Dunya Ji Xwe Şerm Bike
Ji aliyê xwe ve li ser navê Meclîsa Kantona Şehbayê Nisrîn axivî û îşaret bi berxwedana hevbeş a gelên Sûriyê kir. Nirînê bi bîr xist ku dagirkeriya tirk di nava du salan de sê komkujî li Şehbayê pêk anîne. Nisrînê wiha dewam kir: “pêwîste dunya ji xwe şerm bike. Îro komkujiyên li dijî vîna gelê me li ber rûyê wan pêk tên. Em carek din bang li NY, saziyên mafê mirovan û yên eleqedar dikin ku xwedî li erkên xwe yên mirovî derkevin û rê li ber kuştina gelê me bigirin”.
Di dawiyê de li ser navê malbat Elsekran ku du zarokên wan di encama komkujiya Til Rifetê de şehîd bûn, Bedir Sekran axivî û bi bîr anî ku piranî mexdûrên êrişên dagirkeriyê jin û zarok in. Sekran bi silogana ‘bijî berxwedana gelan’ dawî li gotina xwe anî û ev soz da: “em ê heya dawiyê şopdarên xeta pakrewanên xwe bin”.
Hêjayî gotinê ye roja 23.1.2021’an, dagirkeriya tirk li bajarê Til Rifetê komkujiyek pêk anî. Piştî lidarxistina merasîma sê şehîdên komkujiya Til Rifetê, birîndarê bi navê Se’id Eldîn Qeys ku bi giranî birîndar bibû şehîd ket. Di encamê de jimara şehîdên komkujiya li Til Rifetê li ser destê dagirkeriya tirk û çeteyên pêk hatiye dibe 4 û birîndar jî dibin 8.