Darîn SILÊ/Qamişlo
Bi pêmana “Roja Cîhanê Ya Perwerdeyê” (24ê Çile), li bajarê Qamişlo li ber deriyê NY saet 11an daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de rêveberî, mamoste û xwendekarên dibistanên bakur û rojhilatê Sûriyê amade bûn. Daxuyanî ji aliyê xwendekan ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye: “Bi pêmana Roja Navneteweyî Ya Pewerdeyê, em xwendekar û şagirtên bakur û rojhilatê Sûriyê piştî neh salan ya perwerdeya bi zimanê xwe, bang dikin ku minhacên perwerdeyê yên li dibistan û zanîngehên bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê Rêxistina Cîhanî Ya Mafê Perwerdeyê ve bi awayekî fermî bê qebûlkirin. Lewre minhaca me ji bo gelê Ereb, Kurd û Xiristiyan û mafê me yê perwerdeyê ye.”
Di çalakiya daxuyaniyê de ji Rêveberiya dibistanan mamaoste Ilham Elî jî wiha axivî: “Di vê roja cîhanî de banga me ji rêxistinên navneteweyî ew e ku perwerdeya me bi awayekî fermî were qebûlkirin û her dem daxwaziya me aştî û wekheviya gelan e.”