Idrîs Henan
2 jê zarok û jinek bi giştî 3 şehîd û 9 birîndar
Dewleta dagirker a tirk îro danê piştî nîvro, di encama topbarana li ser herêma Şehbayê, li bajarê Til Rifetê komkujiyek pêk anî. Di encamê de 2 zarok û jinek şehîd bûn û 9 sivîlên din ku rewşa yekî giran e, birîndar bûn.
Navên Şehîdan Wiha Ne:
- Mecêd Yasêr Sekran 5 salî. Ji şêniyên Til Rifetê ye.
- Abdulmuhsên Sekran 12 salî. Ji şêniyên Til Rifetê ye.
- Nazliyê Mihemed Mustefa. Ji koçberên Efrînê ye.
Navên Birîndarên Komkujiya Til Rifetê Jî Ev In:
- Mihemed Nûrî Yûsiv. 35 salî. Ji navçeya Bilbilê yê Efrînê ye.
- Mihemed Sekran. Ji şêniyên Til Til Rifetê ye.
- Ehmed Abdulhesen Sekran 33 salî. Ji şêniyên Til Rifetê ye.
- Elya Heyder Hebeş. 19 salî ye.
- Xalid Mihemed El’elî. 46 salî ye.
- Sadiq Mihemed Ebdo. 15 salî ye.
- Xalid Dodex. 33 salî ye.
- Se’id Eldîn El’es. 30 salî ye. Rewşa wî giran e.
- Mezlûm Îbrahîm Dado. 31 salî ye.
Hêjayî gotinê ye ku dewleta dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê di 2 Berfanbara 2019’an de jî li Til Rifetê komkujiyek pêk anîbûn. Di encamê de 10 sivîlan ku piraniya wan zarok in şehîd bûn û zêdetirî 12 sivîlên din jî birîndar bûn.