Idrîs Henan
Koçberên Efrînê bi meşeke girseyî sêyemîn salvegera êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar kirin. Efrîniyan diyar kirin ku ew li benda ti kesî nasekinin û dê bi berxwedana xwe bajarê xwe azad bikin.
Meşa şêniyên Efrînê li Kampa penaberên Efrînê ya Vegerê ya li gundê Zaretê yê girêdayî navçeya Şêrawa, veguherî mitîngeke girseyî. Di mitîngê de li ser navê Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclîsa Rêvebir a Herêma Efrînê û
Kongra Star axaftin hatin kirin.
Em Serî Natewînin
Hervseroka Meclîsa Rêvebir a Herêma Efrînê Şîraz Hemo di axaftina xwe de tekez kir ku îro jî gelê Efrînê soza xwe ya intîqamê nû dike û wiha dewam kir: “Gelê ku 58 rojan li ber xwe daye ti carî serî ji dagirkeriyê re natewîne. Vîna me nehatiye şikandin. Berovajî; projeya neo-osmanî ya ku Erdogan xeyal dikir pêk bîne, li ser tixûbên Efrînê bi bin ket. Em dê bi ruhê pakrewanan axa xwe ji neyar û dagirkeran paqij bikin”.
Em Dilsozên Berxwedana Xwe Ne
Hemo di nav axaftina xwe de Erdogan weke belaya cîhanê da nasîn û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: “Îroj dewleta faşîst a Tirkiyê di şexsê Erdogan de serkêşiya terora cîhanî dike. Ji xwe dijminên gelan e. Hemû kesên ku êrişan şermezar dikin, dixe zindanan û dengê rastiyê ditepisîne. Bila nefikirin dê bi kiryarên xwe vîna me têk bibin. Em dilsozên berxwedan û her dilopeke xwîna zarokên xwe ne”.
Jiyan Bê Efrîn Nîne
Hevseroka Meclîsa Rêvebir a Herêma Efrînê bang li aliyên siyasî kir ku helwesta xwe li hemberî dagirkeriyê zelal bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: “ Aliyên siyasî ku çav li dagirkeriyê girtine pêwîste xwedî helwesteke neteweyî ya zelal bin. Ji bo têkbirina dagirkeriyê lazime di zûtirîn dem de yekîtiya xwe ava bikin û ji neyarên Kurdan re nebin pal û pişt. Dê sala 2021’an bibe sala rizgarkirina Efrînê û hemû herêmên hatine dagirkirin. Bê Efrîn jiyan nîne”.
Kokên Me Ziwa Nabin
Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid jî ji rojnameya me re axivî û got: “Tirkiyê sîstemeke li dijî gelan e. Dixwaze em li ser axa xwe mêvan bin û li gorî xwe jî demografiya herêmê biguhere. Lê pêwîste faşîzma Tirk baş zanibe ku; çiqas demografiyê biguherîne jî, kokên me ziwa nabin. Em xwedî axê, dîrok û resentiyê ne. Ji ber ku em xwedî doza aşîtiyê ne, em hatine koçberkirin. Eceba kî gefan li ewlekariya kê dixwe?”.
Kesên Ku Li Ber Xwe Didin Sûrî Ne
El-Ebid di nav gotinên xwe de bang li endamên komên çete yên xwefiroş kir û ji wan xwest ku dev ji desteke terora Erdogan berdin û li gelê xwe vegerin. El-Ebid wiha dawam kir: “Îro sibe axa me dê rizgar bibe. Lê xwefiroşên ku ala xwe bi ala Tirkiyê guhertine dê cihê wan çopgeha dîrokê be. Têkoşîna li hemberî dagirkeriyê erka hemû zarokên Sûriyê ye. Êşa min weke pêkhateya Ereb, êşa gelê Efrînê û hemû gelên Sûriyê ye. Kesên ji bo berjewendiya faşîzma Tirk têdikoşin ne Sûrî ne. Ew kesên li hemberî dagirkeriyê li ber xwe didin ew xwedî nasnameya Sûrî ne”.
Sembola Aşîtiya Cihanî Tê Qirkirin
Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid di dawiyê de bang li saziyên navneteweyî, akademisyen, aşîtîxwaz û rêxistinên mafê mirovan kir warê Zeytûnê ku sembola aşîtiya cihanî ye ji kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên biparêzin û ev tişt got: “Îroj li ber çavên hemû cîhanê sembola aşîtiyê têye qirkirin. Gelê ku di avakirina Sûriyê de xwedî rola bingehîn e, li ber rûyê we têye qetilkirin. Pêwîste hemû saziyên têkildar, dewletên xwedî bandor û rêxistinên mafê mirovan destwerdana dagirkeriyê bikin û rê li ber herikîna xwîna gelê me bigirin. Ev jî erkekî mirovî û exlaqî ye”.
Hêjayî gotinê ye ku di 20 Çileya 2018’an de 72 balfirên faşîzma Tirk û bi hezaran endamên komê çete û leşkerên wê êrişî Kantona Efrînê kirin. Di encamê de, gelê Efrînê tevî şervanên xwe destana yekemîn qonaxa Berxwedana Serdemê ya 58 rojan nivîsandin.