Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane ya 2. bi diyarkirina plansaziya îsal ya qada siyasî, xizmetgûzarî, leşkerî û rêveberiyê bi dawî kir.
Desteya Serokatiya Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê, Hevserokatiyên Rêveberiyên Xweser yên 7 Rêveberiyên svîl yên bakur û rojhilatê Sûriyê, hevserokên desteyan û nivîsgehên Rêveberiya Xweser û Serokatiya Desteya Rêveber ya MSD`ê Îlham Ehmed beşdarî civînê bûn.
Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid gelek proje, pêşniyarên hatîn kirin û palana xebatê ya 2021’ê eşkere kirin.
Plansazî wiha ye:
Di qada siyasî de
-Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê li gorî daxuyaniyê Cinêvê û biryara NY`yê 2254 kar û xebatên siyasî werin berdewamkirin.
-Wê xebata jinûve nirxandina damezrandina desteyên ku nûnertiya gelê Sûriyê di civîna Cinêvê û destûra bingehî ya Sûriyê de bike, were kirin.
-Di çarçoveya çareseriya siyasî de ya ji aloziya Sûriyê re hewldana qezenckirina îtîrafeke siyasî ya bi Rêveberiya Xweser ve were kirin, piştgiriya ji diyalogên kurdî-kurdî re were kirin û di çarçoveya diyalogên sûrî-sûrî de be.
Di qada ewleyî û leşkerî de
-Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina ewlehiyê û aramiyê were kirin.
-Parastina Yekîtiya xaka Sûriyê were kirin.
-Herêmên ku dewleta tirkî û çeteyên wê dagîr kirîn werin rizgarkirin.
-Pêşxistina rêgeza parastin, xweparastin û berxwedana li hember êrişên derve.
-Wê destkeftiyên gelên bakur û rojhilatê Sûriyê werin parastin.
-Piştgirî ji saziyên ewlekariyê re were berdewamkirin da ku şaneyên DAIŞ`ê têk bibin, aştî misoger bibe û diyardeya têkbirina çanda civakan betal bibe.
-Divê saziyên ewlehiyê girêdayî qanûanan bin û hikmên dozgeriyê bi cih bînin.
Di qada rêxistinkirin û xebata rêveberiyê de
-Xebata rêveberiyê were pêşxistin, li gorî peymana bingehî ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê jinûve sazmûmaniya Rêveberiya Xweser were kirin, sazmûmaniyên hemû desteyan û nivîsgeh û rêveberiyan li gorî sîstema hûndir werin berdewamkirin.
-Wê nivîsgehên plansaziyan, geşkirin, serjimariya navendî û şaxî werin pêşxistin û aktîfkirin.
-Di nava saziyên Rêveberiya Xweser de cîhazên çavdêriyê werin aktîfkirin û kesên pispor tê de bixebitin û li dijî hemû şêwazên gendeliyê tê bikoşin.
-Di saziyên Rêveberiya Xweser de kadroyên tenduristiyê werin amadekirin ev jî bi rêya vekirina perwerdeyên pîşesaziyê dê pêk were.
-Civîn ji gel re werin çêkirin, da ku azarên wan werin çareserkirin.
-Wê xebata rêxistinkirina qanûn, giştîname û biryarên rêveberiyê werin şopandin, da ku xebata li saziyên Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê hêsan bibe.
-Xebata li ser şopandina dozan were kirin, da ku bûrokrasî sivik bibe û bar li ser şêniyan kêm bibe.
-Wê xebata rêvebirina li dezgehên çapemeniyê were pêşxistin.
-Kar û xebata nûnerên Rêveberiya Xweser ên li derve were pêşxistin û hewldana xurtkirina têkiliyên bi dewlet, rêxistinên civaka sivîl, akademî û partiyên siyasî re were kirin.
-Ji bo piştgiriya projeya erka xweparastinê kar û xebat were kirin û erka parastina bibe erka herî pêş a 7 Rêveberiyên Xweser û Sivîl.
-Di rêveberiyan de kadroyên jin werin avakirin û di qada siyasî û rêveberiyê de werin perwerdekirin.
-Bi rêya perwerde, avakirina kadro û peydakirina pêwîstiyan girîngiyê bidin qada ewlekariyê.
-Ji bo avakirina xweseriyekê û xwetêrkirinê planên geşkirinê werin danîn.
Di qada xizmetgûzarî û binesaziyê de
-Divê girîngî ji bo projeyên xizmetgûzariyê yên girêdayî binesaziyan bê dayîn, ji wan zifitkirina rêyan, sererastkirina piran û danîna torên avê, kanalîzasyon û torên kehrebê.
-Divê bi rêya sererastkriina nexweşxane, navendên tenduristiyê, dabînkirina pêdivî û amadekarî û avakirina nexweşxaneyên taybet ên nû, piştgirî bê dayîn û li hember pandemiya vîrusa Koronayê tedbîr bên girtin.
-Piştevaniya qada fêrkirin û perwerdeya bilind bê kirin û xebata sererastkirina dibistan, avakirina dibistanûnên nû, yekkirina meteryal û dabînkirina pirtûkên dibistanê, were şopandin.
-Plansaziyên rêxistinî li gorî hewcedariyan werin berfirehkirin û avakirina bêserûber were sînordarkirin.
-Herêmên pîşesazî û sînaî li gorî pêwîstiyan werin avakirin.
-Girîngiyê bidin avahiyên werşîzê û avahiyên nû werin çêkirin her wiha navendên geşkirina pîşeyên ciwanan ên li tevahiya herêman werin vekirin.
-Piştgiriya ji qadên çandê, tûrîzm û şûnwaran re were kirin, da ku parastina keleporê were kirin û berdewamkirina belgekirina sûcên ku li dijî şûnwaran tên kirin û van sûcan ji aliyên peywendîdar re werin şandin.
-Hejmara firinan were zêdekirin da ku pêwîstiyên welatiyan ên nan were çareserkirin.
-Parastina Jîngehê were kirin û ji bo derbaskirina pirsgirêkên qirêjiyê çareserî were dîtin.
-Rûberên darçandinê û deverên keskayîyê yên li herêmên zuha werin zêdekirin da ku rê li pêşiya çolistanê bigirin.
Di qada projeyên geşkirinê de
-Teşwîqkirin û dabînkirina hewayeke guncaw ji bo proje û îstîsmarên taybet hebe, da ku xwe bigihînin dabînkirina debarê.
-Qadên hilberînê werin pêşxistin da ku derfetên kar ji welatiyan re çêbibe, pêwîstiyên welatiyan werin dabînkirin û bi nirxekî guncaw be .
-Qada çandiniyê were pêşxistin û pêwîstiyên cotkaran werin peydakirin, ji wan tov, dermên kêçan û parastina sewalkariyê.
-Projeyên aborî û xizmetgûzariyê yên giştî û taybet bi jinan werin kirin.
Ji bo Malbatên Şehîdan, kampan û kar û barên mirovî
-Xebata goristanan were berdewamkiirin û girîngiyê bidin zarok û malbatên şehîdan.
-Girîngiyê bidin kar û barên kampan û rewşa koçberan baş bikin û bi hemû derfetên xwe ji bo vegera wan a li malên wan kar û xebat werin kirin.
-Girîngiyê bidin dosyên mirovî û wekî ku dosyek bi tenê ye were dîtin û piştgiriya nivîsgehê were kirin ku stratejiyê pêk bîne.
-Navendên xwedîkirina sêwî û astengdaran werin avakirin.