HRE got; emê di sala nû de berxwedanê xurttir bikin û bersivên pir giran bidin mêtînegerên welatê me dagîr kirîn. Di vê berxwedanê de heta niha ser 900î re dagîrker hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi pêmana salvegera 3. ya destpêkirina dagîrkirina kantona Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye:
“Dewleta tirkî ya dagîrker 20’ê Çileya 2018’an, bi hevkariya hêzên li hemberî êrişan çavê xwe girtîn, dest bi êrişa Efrînê kirin. Li hemberî wan êrişên hovane ji 7 heta 70 salî gelê me di nava berxwedanê de cî girt û berxwedaneke bêhempa kir. Ji bo şeref û rûmeta xwe bedelên pir giranbiha û mezin dan.
3 sal di ser dagîrkirinê re derbas bûn. Di van 3 salan de dewleta tirkî ya dagîrker bi awayekî dijmiroî êrişên xwe domandin û xwest gelê me tine bike. Herwiha ji bo ku erdnîgarî û dîroka herêmê tine bike di nava hewldanan de ye. Dixwaze demografiya herêmê biguherîne û dîroka wê tine bike. Lê îro gelê me yê li gund û navçeyên bajarê Efrînê dimîne li hemberî hovîtiya dewleta tirkî û çeteyên wê bi helwesteke birûmet li ber xwe dide. Ji cewherê xwe, ji erdê xwe, ji dîroka xwe qut nabin û ji bo wê çi bedel pêwîst be tê dayîn. Em dizanin ku piştî dagîrkirina navçe, gund û bajarê Efrînê gelek mirovên me li ser xaka xwe man.
Em zarokên gelê Efrînê û Hêzên Rizgariya Efrînê, vê têkoşîna gelê xwe ji xwe re ferman dibinin, ji gelê xwe û şehîdên xwe hêz, kelecan û moralekî mezin digirin. Ji roja destpêkirina dagîrkeriyê ve berxwedana me dewam dike û di sala nû de emê berxwedanê xurttir bikin û bersivên pir giran bidin mêtîngeran. Di vê berxwedanê de heta niha, li hemberî dagîrkeran ji 400î zêdetir çalakî hatine kirin û di wan çalakiyan de ji 900î zêdetir dagîrker hatine kuştin û herî kêm ewqas jî hatine birîndarkirin. Herwisa bi dehan seyare û cebilxaneyên wan hatine roxandin û desteserkirin.
Em Hêzên Rizgariya Efrînê bang li gelê xwe yê li gund û navçeyên Efrîn, Şehba û yên koçberên derveyî welat bûyîn dikin ku ji bo em bajarê xwe ji dagîrkeran rizgar bikin, kî li ku derê be û ji destê wan çi were bikin. Di serî de kesên sîxurtiyê dikin, yên ciwanên me direvînin, destdirêjiyê dikin, yên diziyê dikin, yên di nava civakê de tiştên nebaş dikin, li hemberî wan divê herkes bi kîn, vîn û bi baweriyeke mezin çi madî çi manewî çalakiyên xwe di sala nû de xurttir bikin. Di sala nû de divê herkes hedef û armancekê dayne pêşîya xwe û wisa têkoşîn û berxwedana xwe û dengê xwe bilind bike. Di heman demê de em bang li ciwanên xwe dikin ku tevlî Hêzên Rizgariya Efrînê bibin. Emê di sala nû de bi çalakiyên xwe bersiveke xurttir bidin dagîrkeran û emê gelê xwe yê li gund û navçeyên Efrînê mayî ji nava vê hovîtî û zilma dewleta tirkî û çeteyên wê rizgar bikin.
Divê dagîrker bizanin ku di sala nû de çalakî û berxwedana me wê bi awayekî xurttir dewam bike. Ji bo wê çi bedel pêwîst be em amade ne bidin û em didin jî. Her çiqas îro cîhan tev li hemberî kiryarên dijmirovî ku di dîrokê de hempayên wan kêm in bêdeng be jî, hêz û moralê em ji berxwedana gelê xwe û ji şehîdên xwe digirin, wê me bibe serkeftinê.”