Parêzer Ismet Îbrahîm diyar kir ku kiryarên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê yên li dijî şûnwaran, li gorî qanûnên naveteweyî sûcên şer in û got; divê sûcdar werin darizandin
Dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê li herêmên dagîr kirîn ne sûcan li dijî şêniyan tenê pêk tînin, di heman demê li dijî cihên dîrokî, mal û milkên giştî jî pêk tînin.
Di gelek raporan de sûcên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê yên li herêmên dagîrkirî yên li dijî cihên dîrokî hatîn belgekirin, ji wan sûcan dizî û talankirina şûnwaran in, herwiha firotina wan li sûka reş ya Tirkiye.
Parêzer û endamê Yekştiya Parêzeran ya Kobanê Ismet Îbrahîm bal kişand ser nirxên manewî û dîrokî yên cihên dîrokî û wiha got: “Dewleta tirkî bi çavekî madî li şûnwar û cihên dîrokî dinêre. Lewre dewleta piştî binketina xwe ya desteserkirina petrola Sûriyê, berê xwe da şûnwaran, da ku ya aboriya xwe ya hilweşiyayî xurt bike. ”
Îbrahîm eşkere kir ku armanca dewleta tirkî tinekirina dîroka gelê Kurd yê rojavayê Kurdistanê ye.
Ismet Îbrahîm diyar kir ku peyman û lihevkirinên navneteweyî yên parastina şûnwaran hene, ji peymana Lahay bigire heta bi Cinêvê. Lê sûcên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê binpêkirina tevayiya qanûnên navneteweyî û sûcên şer in.
Li gorî peymana Lahey ya yekê ya 1954’an, divê di demên şer de milk û şûnwar werin parastin. Herwiha li gorî madeya 5’an ya peymana Lahey divê aliyê ku herêmekê dagîr dike, tedbîrên bilez yên ji bo parastina şûnwaran û milkên çandî yên wê herêmê pêk bîne.
Lê di naveroka peymana Lahey ya duduyan ya 1999’an de û li gorî madeyên wê yên 12, 13 û 14’an qedexe ye ku dagîrker milk û şûnwaran derxin derve yan jî cihên dîrokî yên li herêmên dagîrkirî vekole.
Li gorî qanûnên navneteweyî talankirin û diziya şûnwarên dîrokî sûcên şer in, herwiha li gorî qanûna navneteweyî gelek hêman ji bo parastina herêmên şûnwarî yên dîrokî hene, jê jî divê şûnwar neyên wêrankirin, dizîn û talankirin.
Îbrahîm bi lêv kir ku heta niha dewleta tirkî li gorî bendeke ji bendên parastina şûnwaran tev negeriye.
Îbrahîm destnîşan kir ku tevahî kiryarên dewleta tirkî yên li xaka Sûriyê sûcên şer in. Ji ber wê ji bo derbasbûnê, xwe spart peymana Edenê ku erêkirina wê di parlamentoya Sûriyê û Tirkiyê û heta ya NY’yê de, nîne.
Parêzer Ismet Îbrahîm di dawiyê de got; divê Erdogan û çeteyên wî tevî serbazên dewleta tirkî yên li herêmên dagîrkirî, li gorî qanûnên navneteweyî werin muhasebekirin.