Rojnameya Ronahî

Mîrateyeke malbatî… ji 50 salî ve mêşên bavê xwe xwedî dike

Ji 50 salî ve meşên hingiv li gel Ebdullah Hiso hene. Ew mêş ji bavê wî jê re man û bi navê “mêşên kurdî” bi nav dike. Hiso û hemsera xwe vê mîrateyê diparêzin û sûdê jê digirin.
Ebdullah Hiso (64) ji 50 salî ve ji bavê xwe fêrî xwedîkirina meşên hingiv bûye û hê jî parastina cureyên mêşên ku bavê wî jê re hiştine, dike. Êdî ev mêş bûne parçeyekî jiyana wî û çavkaniya debara malbatê.
Di nava civaka Kurd de, xwedîkirina mêşan ji kevneşopiyên civakî yên kevnar e. Lewre piraniya malbatan mêşan ji bo hingiv, tenduristî û derman, xwedî dikin.
“SİNDOQÊN DARÎN”
Ebdullah Hiso mêşên xwe di sIndoqên darîn de li pişta mala xwe ya li gundê Abireyê yê navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo xwedî dike.
Hiso got; berê mêşên hingiv di qendîlên heriyê de xwedî dikirin, lê piştî pêşketina aboriyê êdî di qendîlên darîn de ku bi navê qendîlên çandiniyê tên naskirin xwedî dikin. Bi vê rêbazê veguhastin û vekirina wan hêsan dibe.

 

 

 

HEVKARÎ
Xwedîkirina mêşên hingiv baldariyeke zêde naxwaze. Lewre ew bixwe xwarin û ava xwe peyda dikin. Qendîlên xwe paqij dikin û kunên li qendîlan sererast dikin. Lê divê xwediyê mêşan di dema şilxdana wan de, wan bişopîne û bibe cihê ku xwarin û parastina wê guncaw be.
ebdullah û hemsera xwe mêşan xwedî dikin, bi hev re rewşa qendîlan dişopînin nexasim di mewsima zêdebûna wan ya salane de û parastina wan ji şilliyê dikin. Her du jî di warê xwedîkirina mêşan de pispor in.
Cara yekê ku Ebdullah Hiso mêş xwedî kirin, di 12`e saliya xwe de bû. Kêfxweşiya xwe di xwedîkirina mêşan de dît, lê îro bûye beşek ji jiyana wî û di xwedîkirina mêşan de bi hemsera xwe re dibe alîkar.
“MÊŞÊN KURDΔ
Hiso da zanîn ku ew du cureyên mêşan xwedî dike, ew jî yên zer û qehweyî ne û ev her du cure wekî “mêşên kurdî” tên naskirin.
Hiso wiha dawî li gotina xwe anî: “Cureyên mêşan ji herêmekê heta herêmekê cudatir in, ev cure jî ji beriya sedê salan di civaka kurdî de tên xwedîkirin. Ji ber wê navê wan bûye mêşên kurdî.”
Çavkanî ANHA