900 hezar xwendekarên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dest bi ezmûnên demsala yekê yên sala perwerdeyê ya 2020-2021`ê kirin.
Ezmûnên demsala yekê yên qonaxa seretayî, navî û amadeyi, li 4 hezar û 92 dibistanên bakur û rojhilatê Sûriyê dest pê kirin. Deste û komîteya perwerdeyê tedbîrên ji bo koronayê girtine.
Ezmûnan roja Çarşemê dest pê kir û wê hetanî 28`ê Çile dewam bikin.
Pirsên ezmûnên refa dozdehan ya tevayiya babetan û ya refa nehan jî pirsên ezmûna babetên zimanê dayîkê û bîrkarî navendî (ji aliyê desteyê ve) hatine amadekirin û wê li tevayiya dibistanên navî û amadeyî werin belavkirin.
Piştî ezmûnan, wê hefteyekê betlane be.
Hêjayî bîrxistinê ye ku li herêma Şehba û Efrînê, ezmûnên demsala yekê 27`ê Kanûna 2020`an hatin kirin.