Şaredariya Gel li herêma El-Layiz ya rojhilatê Dêrezorê dest bi avakirina stasyona avê kir, ku wê avê bide 120 hezar kesî.
Şaredariya Gel li herêma El-Layiz ya girêdayî bajarokê Geranîc yê rojhilatê Dêrezorê, dest bi pêkanîna projeyê kir.
Xebata qonaxa yekê ya avakirinê dest pê kir û li gorî plansaziya şaredariyê wê proje 10’ê Sibatê bi dawî bibe.
Bi avakirina stasyonê re wê av bigihîje nêzî 120 hezar kesî û wê toreke sereke ji bo gihandina avê ji malan re bê dirêjkirin.
Ji aliyekî din ve, şaredarî xebata jinûve amadekirina stasyonên avê yên li bajarokê Geranîc didomîne da ku av bigihe tevayiya xetên avê yên li herêmê.
Hêjayê gotinê ye ku Saziya Giştî ya Ava Vexwarinê ya Dêrezorê zêdeyî 35 stasyonên avê sererast kirin û av gihand tevayiya gundên Dêrezorê yên li ser çemê Firatê.
Şaredariyê herwiha 4’ê Çile dest bi avakirina stasyona avê li bajarokê Şeifa ya li rojhilatê Dêrezorê kir, ku avê digihîne 27 hezar kesî.