Ezmûna damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê li rojhilatê Kurdistanê, yek ji pêvajoyên birûmet yên dîroka têkoşîna rizgarî û azadiya gelê Kurd e. Herwiha geşedanên di pêvajoya damezirandin û têkçûna komarê de jî ji bo têkoşîna gelê Kurd ya demên pêş bûye ezmûn û dersên girîng.
Rojhilatê Kurdistanê, piştî bakurê Kurdistanê parçeyê Kurdistanê yê herî mezin e û çar parêzgehên rojavayê Îranê digire nava xwe; Azerbêcana Rojava, Mehabad, Kirmaşan û Îlam. Piştî Peymana Qesra Şîrîn sala 1639’an ket binê dagîrkeriya Sefewiyan, herwiha ji destpêka sedsala 20`an ve jî di binê dagîrkeriya Îranê de ye
REWŞA SIYASÎ YA BERIYA RAGIHANDINA KOMARA KURDISTANÊ YA MEHABADÊ
Berî Şerê Cîhanê yê Yekê têkiliyên dostayî û hevkariyê di nabera Almanya û Îranê de hebûn, ji berwê, wê demê dewletên hevpeymanê guman dikirin ku Îran di şer de piştgiriya Almanya bike. Jixwe armanca sereke ya dewletên hevpeymanê jî ew bû ku xwe bigihînin çavkaniyên petrolê yên welatên Ereban, Kurdistan, Îran û Azerbêcanê. Di sala 1941`ê de Brîtanyayê herêmên rojavayê Îranê dagîr kirin û zext li desthilatdarê Îranê Riza Şah kir ku dev ji desthilatê berde. Piştî wê Brîtanya li Kirmaşanê bi cih bû. Yekîtiya Sovyetê jî herêmên bakur û rojavayê Azerbêcanê dagîr kirin. Her du hêzên dagîrker xwestin ku li herêmên kurdî valayiyek çêbe, bi taybetî herêma Mehabad heta Seqizê ku di binê desthilata Sovyetê de ne û ji derveyî desthilata hêzên Îranê bû.
GEŞBÛNA DAXWAZIYÊN KURDAN YÊN SIYASÎ
Lîderên Kurdan yên wê herêmê hewl dan ku xwe nêzî Brîtanyayê bikin ji bo mafên xwe yên siyasî bistînin, lê Brîtanya xwe da aliyê hikumeta Îranê û mafên Kurdan nepejirand. Lewma Kurd neçar man ku berê xwe bidin Yekîtiya Sovyetê. Sovyet jî der barê mafên Kurdan de dudil bû, lê ji ber hin sedemên siyasî ji lîderên Kurdan re got em piştgiriya mafên Kurdan dikin ku çarenûsa xwe bi xwe pêk bînin.
RAGIHANDINA KOMARA KURDISTANÊ YA MEHABADÊ
Roja 22`yê meha Çile ya sala 1946’an li qada Çarçira ya bajarê Mehabadê, Qazî Mihemed damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê ragihand. Di şahiya ragihandinê de hejmareke mezin welatî, serokên eşîran û oldarên Kurd beşdar bûn. Cara yekê ala kurdî hat hildan. Nûnerên hemû êl û eşîran hatin hilbijartin û Qazî Mihemed bû serokê Komara Mehabadê.
Li navenda bajarê Mehabadê Qazî Mihemed axaftinek kir û got: “Gelê Kurd neteweyek e ku welatê wî hatiye dagirkirin û parçekirin, mafên wî jê hatine standin û doza wî nehatiye çareserkirin. Kurd îro ji xewê şiyar bûne, dostên wan ên bi hêz hene. Di vê kêliyê de va ye komareke otonom hatiye avakirin. Komar ne ji bo parçebûnê ye, lê ji bo ku siyasetên Tehranê yên li dijî gelê Kurd bêne rawestandin.”
DI DEMEKE KURT DE DESTKEFTIYÊN DÎROKÎ
Di pêvajoya temenê komarê de ku salek derbas nekir, destkeftiyên dîrokê di hêla siyasî, çandî, rêveberî û leşkerî de pêk anîn:
• Hêzên pêşmergeyan ava kirin.
• Cara yekê ala kurdî hat hildan. Ala kurdî ji rengê sor, spî û kesk pêk dihat, di nîv wê de jî sembola komarê hebû, sembol jî ji pênûs û du sinbilên genim pêk dihat.
• Di hêla çandî û zanistî de geşedanên mezin pêk hatin, pir rojname û kovar hatin çapkirin, weşanxane hatin avakirin û Çapxaneya Kurdistanê jî hate avakirin.
• Dezgeha radyoya û sînemaya gerok hatin avakirin.
• Sirûda neteweyî ya komarê hat nivîsîn.
• Beşdariya jinan bihêz bû, cara pêşî yekîtiya jinan li Komara Mehabadê hat damezirandin.
• Dibistan hatin vekirin û zimanê kurdî bû zimanî fermî, her wiha ji bo nifşên mezin dibistanên danê êvarê hatin vekirin.
• Pêşxistina hunera şanogeriyê.
YEKÎTIYA SOVYETÊ PIŞTA XWE DA GELÊ KURD
Tevî ku Yekîtiya Sovyetê wek alîgirê yeke yê tevgerên rizgariya neteweyî yên sedsala 20`an bû, herwiha tevî ku Sovyetan soz dabû Kurdan ku piştgiriya mafên wan ê çarenûsê bikin, lê vê carê jî dîse bazara berjewendiyên navdewletî bi ser ket.
Wê demê derdê Sovyetan ew bû ku xwe bigihînin petrola herêmên bakurê Îranê. Ew derdê wan bi cih bû. Piştî ku Sovyetan armancên xwe pêk anîn, biyar dan ku hêzên xwe ji Îranê vekişînin. Di Gulana sala 1946`an de dest bi vekişîna hêzên xwe kir û Kurd li pêşberî hêzên Îranê tenê hiştin. Gelê Kurd careke din bû qurbana berjewendiyên navdewletî.
HILWEŞÎNA KOMARÊ
Piştî ku Sovyetan hêzên xwe ji Îranê kişandin, du rê li pêşiya lîderên Kurdan mabûn; an wê li ber xwe bidin an teslîm bibin. Serokê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qazî Mihemed û çend lîderan biryara berxwedanê dan lê hin lîderên din xwe paşde kişandin û teslîm bûm. Di nava wan de Barzanî jî hebû ku wê demê stûna hêza leşkerî bû û di destê wî de gelek çek û cebilxane hebûn.
Roja 17`ê Çileya sala 1946`an artêşa Îranê berê xwe da Komarê û li dijî Kurdan komkujî û terorek mezin pêk anîn. Wê demê Barzaniyan tevî hêza xwe ya çekdar li rojava nêzî bajarê Mehabadê bi cih bûbûn. Di destê wan de 3 hezar tifingên nû, 120 top hebûn, lê hêzên Îranê nêzî wan nebûn.
Roja 30`ê Adarê serokê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qazî Mihemed û her du birayên wî Sêf û Sedir hatin bidarvekirin. Bi vî awayî dawî li Komarê hat.Çavkanî/ANHA