TEV-DEM`ê bi pêmana salvegera 3. ya êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê li dijî Efrînê daxuyaniyek da û banga tekoşîna li dijî dagîrkeriyê kir.
TEV-DEMê sûcên li dijî şêniyên Efrînê dibin bi du karesatên rêxistinkirî bi nav kirin. Yek ji aliyê artêşa tirkî, ya din jî ji aliyê hikumeta Şamê ve ye û ev agahî dan: “Karesata yekê di hundirê Efrînê de dibe û hewldana qirkirina komî û etnîkî tê kirin. Ya din jî li dijî koçberên li kampên Şehba dibin. Digel topbarana dewleta tirkî hikumeta Şamê jî dorpêç kirine. Her du alî ji bêdengiya navneteweyî sûdê digirin.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Bi destpêka sala 2018`an re û di encama lihevkirinên navneteweyî de, herêma Efrînê û gelê wê bi êrişên artêşa tirkî yên hewayî û bejayî re rûbirû ma. Her wiha bi hevkariya komên çeteyan di êrişa yekê de 72 balafirên şer bi kar anîn.
Armanc ji dagîrkirina herêmê, parçekirina xaka Sûriyê û tevlîkirina erdê Tirkiyê ye. Li aliyekî din jî ev êriş bi armanca şkandina vîna pêkhateyên herêmê û destkeftiyên wan yên avakirina saziyên xwe yên demokratîk bû.
Di pêvajoya 3 salên derbasbûyî de li Efrînê bir her awayî sûc hatin kirin. Bi vê yekê pîvanên navneteweyî hatin binpêkirin. Sûcên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê yên li Efrînê dikin em projeyeke herî bixeter dibînin. Ev weke destpêka pêkanîna plan û projeya Mîsaka Mîllî ye. Ev rasterast terör e.
Şêniyên Efrînê 58 rojan li ber xwe dan, parastina herêmê û nirxên xwe kirin. Li dijî dewleta 2. ya NATO rabûn. Ji ber wê ev berxwedan bi Berxwedana Serdemê” hat binavkirin. Gelê Efrînê li hemberî dewleteke xwediya çekên giran û teknîka herî pêşketi li ber xwe dan. Ji ber wê şêniyên Efrînê neçar kirin ku di nava du karesatan de bijîn; ya yekê di hundirê Efrînê bixwe de tê meşandin ku ew jî hewldana qirkirina komî û etnîkî ye û li dijî sîvîlan sûcên revandin û destdirêjiyê pêk tînin. Ya 2. jî li dijî koçberên li kampên Şehbayê tê meşandin e ku ew jî bi topbarana dewleta tirkî û siyaseta dorpêçkirinê ya ji aliyê hikumeta Şamê ve ye.
Em TEV-DEM bang li tevayiya saziyan, rêxistinên civaka sîvîl, rêxistinên navneteweyî yên parastina mafên mirovan, rêxistinên taybet bi karên jinan û raya giştî dikin ku têkildarî sûcên derexlaqî û dermirovî helwesteke cidî nîşan bidin.