MSD’ê diyar kir ku hikumeta Şamê û Rûsya berpirsên dagîrkirina Efrînê ne û got; em dibêjin wê xebata me ya sereke rizgarkirina Efrînê be.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi pêmana salvegera 3. Ya dagîrkirina Efrînê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“20’ê Çile salavegera 3. ya destpêkirina Efrînê ye. Şêniyên Efrînê li dijî çekên herî pêşketî yên dewleta tirkî ya dagîrker 58 rojan li ber xwe dan.
Dewleta tirkî ewleyî û aramiya herêmê têk dibe. Bi dagîrkirina xaka Sûriyê û bi hedefa berferkirina dagîrkeriyê û vejandina împaratoriya Osmanî qanûnên navneteweyî binpê kirin. Her roj sûcên dermirovî dike. 300 hezar welatî ji xak û warên xwe koçber bûn. Li şûna wan malbatên çeteyan bi cih kirin, da demografiya herêmê biguherîne.
Em MSD’ê, hikumeta Şamê û Rûsya berpirsên dagîrkirina Efrînê dibînin. Em ji şêniyên Efrînê re dibêjin, xebata me ew e ku Efrînê rizgarê bikin, welatî bi wayekî ewle vegerin, destwerdêran derxin û dîmenên tirkkirinê li Sûriyê têk bibin.
Em ji raya giştî ya Sûriyê re jî diyar dikin ku doza Efrînê ne li ser mile kesekî ye, dozeke niştimanî ye û erkê rizgarkirina wê li ser mile sûriyan tevan e. Li aliyekî din jî dagîrkirina dewleta tirkî ya xaka Sûriyê, krîz kûrtir kir û bandoreke mezin li mûzaîka niştimanî ya Sûriyê kir. Bi wê re eşkere dikin ku çareya krîza Sûriyê, bi riya hevgirtina sûriyan û yekkirina hêzên xwe li hemberî dagîrkerî, teror û destpotiyê ye, da ku Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bikin.”