Koordînasyona Kongreya Star bi pêmana salvegera 3. ya dagîrkirina Efrînê got; em soz didin ku asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin da ku em Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî rizgar bikin, destkeftiyên şoreşê û ewleyiya Rojava biparêzin.”
Koordînasyona Kongreya Star bi pêmana salvegera 3. ya êrişa artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê li dijî kantona Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye:
“Şêniyên herêma Efrînê li hemberî tang, top û balafirên dagîrkeriya dewleta tirkî li ber xwe dan. Vê berxwedanê ji gundên li ber sînoran dest pê kir heta gihîşt nava bajêr û 58 rojan berxwedaneke dîrokî meşandin. Destanên qehremanî û dîrokî nivîsandin û mînakên wê jî berxwedana Avêsta Xabûr û Barîn Kobanê bûn.
Dewleta tirkî bê bikaranîna çekên giran û balafiran nikariya Efrînê dagîr bike. Bi êrişên xwe yên hewayî û erdê û bi dehhezaran çete Efrîn dorpêç kir. Li ber çavê dinyayê ev hovîtî hat kirin.
Gelê Sûriyê rastî hemû rengên êrişan hat, ji dizî, desteserkirin, xwînrijandin, kiryarên şer, hilweşandina şûnwarên dîrokî, birîna daran, guhertina demografiyê û qedexeya zimanê kurdî û bi darê zorê zimanê tirkî dan xwendin. Herêma berî dagîrkeriyê herî zêde tê de aramî û ewlehî hebû Efrîn bû û tevahî koçberên Sûriyê yên ku di encama şeran de koçber bûn berê xwe didan Efrînê . Efrîn bi cudahiya xwe ya çandî û jiyana hevbeş navdar bû. Projeya Rêveberiya Xweser tekane riya çareseriyê bû ku Sûriya ji nijadperestiyî, olperestî, mezhebî û nijadperestiyê xelas bike. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan hewl da dawiyê li projiya jiyana hevbeş û demokratîk bîne li herêmê.
Em hêzên navneteweyî şermezar dikin ku bi vê bêdengiya xwe destekê dide kiryarên dagîrkeriyê û qirkirina çandî, siyasî û guhatina demografî, koçberiya bi darê zorê ku di derheqê gelê Efrînê de tê kirin û kiryarên ku rojane tên kirin di der heqê welatiyan de.
Em rêxistina Kongreya Star soz didin ku emê asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin da ku em Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî rizgar bikin, destkeftiyên Şoreşê û ewlehiya Rojava biparêzin û ta pêkanîna projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş ji bo tevahî pêkhateyên herêmê, emê li ser piyan bin û xeta şehîdan bişopînin.”