Bîlançoya du mehan ya êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser navçeya Eyn Îsa û berxwedana QSD’ê ya li hemberî êrişan eşkere bû. Agahiyên bîlançoyê xwe dispêrin fermandarên leşkerî û berpirsên Rêveberiya Xweser.
Piştî 7 hefteyan ji êrişên bênavber yên li dordora bajarokê Eyn Îsa, ji 12’ê Çile ve bêdengî heye.
Dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê 23’ê Mijdarê bi çekên giran dest bi êrişî navçeya Eyn Îsayê kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku bersiva êrişan dane û nehiştine çete bigihin riya M4 a di navbera Eyn Îsa û kantona Kobanê de.
‘HEWLDANÊN DORPÊÇKİRİNA EYN ÎSAY Bİ SER NEKETİN’
Ji fermandarên QSD’ê Ciwan Ayhan yê li eniyên Eyn Îsa ragihand ku şervanên wan li hemberî hewldanên dewleta tirkî û çeteyên wê yên gihîştina riya M4 berxwedaneke mezin kirine. Ayhan diyar kir ku hebûna hêzên Rûsya ya garantor û hêzên hikumeta Şamê li eniyên şer bêwate ye, dema ku şer giran dibe her alî vedikişe. Şervanên me jî nîşan dan ku em ji parastina xaka xwe gavê paş ve navêjin, bi dehan dagirker hatin kuştin û cenazeyên wan li nêzî riya M4 belav bûn.”
WİNDAyİYÊN DAGÎRKERAN
Li gorî agahiyên ji fermandarên QSD’ê hatîn girtin, di van êrişan de 65 leşker û çeteyên dewleta tirkî hatine kuştin û 53 jî birîndar bûne. Herwiha 5 makîne û erebeyên leşkerî yên dagîrekran hatine roxandin.
QSD’ê di demên cuda de navên 9 şervanên xwe yên di bersivdayîna êrişan de şehîd bûyîn, ragihandibûn.
SÎVÎL KOÇBER BÛN Û TEVGERA RIYA M4 RAWESTİYA
Ji ber êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê ji 6 gundan sîvîl ji malên xwe koçber bûn, li taxên bakur û başûrê bajarok gelek mal roxiyan.
Di heman demê de ji ber şerên li derdora gundê Mişêrfê, çalakiya bazirganî û tevgera çûnhatinê ya li ser riya M4 ya di navbera Eyn Îsa û Til Temirê de mehekê rawestiya.