Êrişa 9ê Cotmeha 2019an ya dewleta tirkî ya ser bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî bû sedema koçberiya bi dehhezarên malbatan. Ev êriş bû sedem ku xelkê her du bajaran neçarî koçberiyê bibin û ji mal û milkên xwe dûr bikevin. Lê Tevî zor û zehmetiyan hê jî li ber xwe didin.
DI KOÇBERIYÊ DE ME ZEHMETÎ PIR KIŞAND
Li ser mijarê koçbera bi navê Emîne Ebdilezîz li ser jiyana xwe ya koçberiyê wiha axivî: “Em ji gundê Ebû Fixêz yê bajarê Serê Kaniyê ne. Ji ber xizaniyê berî dagîrkirina Sere Kaniyê bi sê salan ji bo ka rem çûn bajarê Yebrûdê yê nêzî Şamê. Lê rewşa me li wir jî ne baş bû. Ji ber wê em neçar bûn vegerin bajarê xwe. Lê dewleta tirkî ya dagîrker êrişî bajarê me kiribû û tev dagîr kiribû. Ji ber wê em neçarî koçberiyê bûn û li kampa Newroz bi cih bûn.”
Emîne axaftina xwe wiha domand: “Di koçberiyê de me zehmetî pir kişand. Çar keç û du kurên min hene. Sê keçên min ji zikmakî astengdar in. Yek 15, yek deh û ya din jî pênc salî ye. Doktor dibêjin astengiya wan di mejî de ye. Lê heta niha ti çareserî nehatiye dîtin. Bi şev û roj ez bi wan ve mijûl im. Çimkî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin, ez bi destê xwe xwarinê didim wan. Jixwe ya mezin nikare li ser piyan jî bisekine. Koçberî ne bes bû bi ser de êşa zarokên min.”
“REWŞA ME LI KAMPÊ BAŞTIR E”
Emîne Ebdilzîz axaftina xwe wiha qedand: “Rewşa me ya li kampê ji ya berê baştir e. Dema em hatin Rêveberiya kampê alîkariya me kir. Li vir em jiyana xwe baş diqedînin. Serê her heyvê rêveberî pêdiviyên jiyanê û xwrek (nîsk, şekir, birinc, savar, rûn û galonê zeytê) li me belav dike. Weke din kehrebe û ava me jî heye.”