Bi pêmana salvegera 3. ya destpêkirina êrişan li dijî kantona Efrînê ji hêla artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê ve, xelkê bajar û navçeyên kantona Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê daketin qadan
Welatiyên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê yên 20`ê Çileya 2018`an li dijî Efrînê pêk anîn û di encamê de kantona Efrînê hat dagîrkirin, meşên girseyî li dar xistin.
QAMIŞLO
Şêniyên Qamişlo bi vê pêmanê ji kolana Munîr Hebîb ya li beşa rojavayê bajêr heta avayiya Komseriya Bilind ya Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barê Penaberan ya li Qamişlo meşiyan.
Nûnerên gelek saziyên bajêr tev li meşê bûn. Xwepêşandêran şaxên darên zeytûnan, wêneyên zarokên Efrînê yên ku sûcên dagîrkeriya tirkî yên li dijî wan xuya dikin û pankartên “Wijdana mirovayiyê li kû derê ye”, “Qçrîna zarokên Efrînê bibihîzin” û Zarokên Efrînê xilas bikin” hildan.
Meş li ber avayiya Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî veguherî mitîngê. Di mitîngê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Qamişlo Îsam Îbrahîm û endama rêveberiya PYD şaxê kantona Qamişlo Semîre Mihemed axivîn.
Meş bi sloganên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.
TIRBESPIYÊ
Bi dehan pêkhateyên navçeya Tirbespiyê yên Kurd, Ereb û Suryan meşiyan û bang li civaka navneteweyî kirin ku li hemberî sûcên dewleta tirkî yên ku li Efrînê rojane pêk tên, berpirsyariyên xwe bînin cih.
TIL HEMÎS
Di heman çarçoveyê de, şêniyên Til Hemîs li pêşiya Navenda Tirafîkê kom bûn û dest bi meşê kirin. Meş li Qada Şehîdan a li nava navçeyê rawestiya. Welatiyan di meşê de pankartên ji bo şermezarkirina êrişên li dijî Efrînê û dagîrkirina wê ji hêla artêşa tirkî ya dagîrker ve hildan.
TIL BAREK
Şêniyên navçeya Til Berak ji bo şermezarkirina dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê li dijî Efrînê derketin xwepêşandanê.
Xwepêşandan ji pêşiya çerxerêya firneya navçeyê dest pê kir, xwepêşandêran pankartên “ Na ji dagîrkeriya Efrînê re”, “ Dem dema azadiyê ye “, “ Efrîn destan û sirûda azadiyê ye “, “Efrîn çirûska azadiyê ye “ û wêneyên şehîdên li Efrînê hildan.
GIRKÊ LEGÊ
Bi sedan şêniyên navçeya Girkê legê ya kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirkî yên li dijî Efrînê xwepêşandan li dar xistin.
Xwepêşandêran wêneyên şehîdên di berxwedana Serdemê de şehîd bûyîn û şaxên darên zeytûnan hildan û siloganên ku berxwedana Efrînê silav dikin û sûcên dewleta tirkî şermezar dike, hildan.
TIL KOÇER
Şêniyên navçeya Til Koçer jî meşek li dar xistin û bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sîvîl û Hêzên Ewlekariya Hundir tev li meşê bûn.
DÊRIK
Bi hezaran pêkhateyên Dêrikê, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl li pêşiya navenda Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û bi armanca şermezarkirina dewleta tirkî ji Efrînê re meşek li dar xistin.
AMÛDÊ
Li navçeya Amûdê jî meşekê ji pêşiya qada Jina Azad dest pê kir û ber bi qada Şehîd Cîhad ya li navenda navçeyê ve çû. Di mitînga piştî meşê de axaftin hatin kirin.
DIRBÊSIYÊ
Bi heman armancê, bi hezaran şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundewarê wê xwepêşandanek li dar xisitn. Xwepêşandêran wêneyên şehîdan rakirin.
HESEKÊ
Bi hezaran pêkhateyên bajarê Hesekê û koçberên kampa Serê Kaniyê li dijî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa tirkî ya dagîrker ve, du xwepêşandanên cuda li dar xistin.
KAMPA WAŞOKANÎ
Li Kampa Waşûkanî jî, Kongreya Star bi hevkariya meclisa kampê bi durişma “Ji dagîrkeriya tirkî re, dem dema parastina şoreşê ye” xwepêşandanek li dar xist.
TIL TEMIR
Li navçeya Til Temir jî ku artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê bi awayekî domdar êrişê wê dikin, bi sedan şêniyên navçeyê û endamên meclisên navçeyê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û dest bi meşê kirin.