Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, bîlançoya şer ya sala 2020’an ragihand. Di çalakiyên hêzên gerîla de 9 jê xwedîpaye 1005 leşkerên Tirk yên dagîrker hatin kuştin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, bi daxuyaniyeke niviskî bîlançoya şerê sala 2020’an ragihand.
Fermandariyê di daxuyaniya xwe de wiha got:
”Me sala 2020’an ku di dîroka berxwedanê ya gelê Kurdistanê de xwedîcihekî girîng e, li pey xwe hişt. Sala 2020’an ku ji hêla Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û gelê me ve bû sala berxwedana giştî, bû saleke berxwedanê li dijî dewleta tirkî ya mêtinger û faşîst ku li her qadê li dijî gelê me, nûnerên gelê me û dostên me zext û pêkutî kir. Dewleta tirkî ya faşîst ku di têkoşîna sala 2019’an de pir paş ve çû, 2020’an jî careke din bi îdîaya ku têkoşîna me biqedîne derktiye holê. Bi vê çarçoveyê hêza xwe tevseferber kiriye, bi kûrkirina konsepta şerê qirêj yê li ser tevayiya parçeyên Kurdistanê hewl daye ku li dijî têkoşîna me encamê bistîne.
Pêvajoya berxwedanê ya sala 2020’an, rastbûna perspektîfa veavakirinê ya ku gerîlayan li Kurdistanê dane destpêkirin ispat kiriye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku di dîroka têkoşîna me de cara pêşî amûrên hewayî bi kar anîn, li ser hîmê felsefeya Apoyî her ku zîrektiya mirov geş bike, wê xwe bigihîne kûrahiya taktîkê û şêwaza serkeftinê. Derketiye holê, ku bi vê perspektîfê di serdema me de hêzên gerîla ku bi fermandariya pêşeng û taktîkî xwe nû bike û lê kûr bibe, wê bibe hêza serfiraziyê ya hê mezintir. Bi vê çarçoweyê Hêzên Parastina Gel ku xwe ji bo pratîka 2021’an hazir dike, wê ala azadiyê ku şehîdên me yên leheng ên berxwedana 2020’an ji me re hiştin wê li ezmanan li ba bikin, di meaş azadkirina Rêber Apo û gelê Kurdistanê de, wê bibin hêza pêşeng a karîger û bi vê biryarê bin û bi teqezî bi ser bikevin.
Hemû geşedanên ku niha di roja berdest de têne jiyîn, nîşanî me dide ku sala 2021’an ji bo gelên Kurdistanê û herêmê wê ne saleke ji rêzê be. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li herêmê bûye hêviyan gelan, di pêvajoya dîrokî de ya li pêş me wê bi misogerî bi rola xwe rabe, wê ji hêviyên şehîdên me yên leheng û Rêbertiya me re bibin bersiv.
Bîlançoya şer ya sala 2020’an wiha ye:
Êrîşê artêşa TC’ê
Operasyonnên Bejayî:122
Êrîşên Hewayî:1589
Êrîşên Hewan, Obus û Tankan:206
Encamên Çalakiyên Gerîla Yên Li Dijî Êrişan
Çalakiyên Gerîla:397
Êrîşên Esmanî Ji Aliyê Gerîla Ve Hatin kirin
(Çalakiyên Hêzên Parastina Esmanî ya Şehîd Delal Amed):13
Şerê Qewimî:63
Çalakiyên Encamên Wan Nezelal:120
Hêzên Dijmin ên Hatin Cezakirin:1005
Leşkerên bi paye yên hatin cezakirin
(1 Serheng, 1 Serpel, 1 Ustegmen, 4 Çawîşên Pispor, 2 Berbaz):9
Hêzên Dijmin ên Birîndar Bûne:105
Hejmara Wesayîtên Zirxî yên Leşkerî yên Hatin Rûxandin:18
Hejmara Wesayîtên Leşkerî yên Asayî yên Hatin Rûxandin:3
Mekîneyên Kar ên Hatin Rûxandin:16
Dronên Hatin Xistin:3
Helîkopterên Hatin Rûxandin:1
Helîkopterên Hatin Derbkirin:12
Hevrêyên me yên Dîl Ketin Destê Dijmin:10
Hevrêyên Me Yên Şehîd Bûne:358





