Li Qamişlo û Hesekê çalakiyên kon yên ji bo piştgiriya berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehên dewleta tirkî di roja 9’an de didomin.
Çalakî bi durişma “Bi ruhê berxwedana zindanan, teqez emê bi ser bikevin” ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê ve hat lidarxistin. Konên çalakiyê bi alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, wêneyên rêber Abdulah Ocalan û wêneyên şehîdan hatine xemilandin.
Di çalakiya li Hesekê de, hevserokê Meclisa Navçeya Bakur Remedan Fetah berxwedana girtiyên li zindanan silav kir û got; gelên li bakur û rojhilatê Sûriyê piştgiriyê didin berxwedana girtiyan.
Remedan bal kişand ser berxwedana Heftanîn, Eyn Îsa û herêmên din yên bakur û rojhilatê Sûriyê û got; gelên herêmê Ereb, Kurd, Erman û Çerkes li dijî dagîrkeran yek in.
QAMIŞLO
Li bajarê Qamişlo jî şêniyên navçeya Tirbespiyê bi durişman berê xwe dan konê li parka li hemberî Komîseriya Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barê Koçberan hatî vedan.
Endama Kongreya Star Buşra Ebdulbaqî axivî û diyar kir ku gelên bakur û rojhilatê Sûriyê piştgiriyê didin berxwedana girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta tirkî.
Hevserokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Ebdurehîm Hiso jî, siyaseta dewleta tirkî, biryarên derbarê girtiyên siyasî de û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.





