Rojnameya Ronahî

10 hezar pirtûk ji zanîngehên Rojava re hatin diyarîkirin

Komek saziyên perwerde û çandê, weşanxane û akademîsyenên Silêmaniyê nêzî 10 hezar pirtûkî pêşkêşî zanîngehên Rojava kirin.
Bi armanca pevguhartina tecrûbeyan û bihêzkirina têkiliyên fikrî û çandî, Pirtûkxaneya Mam Celal Talebanî, serokê Zanîngeha Silêmaniyê, serokê Zanîngeha Selaheddîn, Peymangeha Mîrateya Kurdî, Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê û rojnameya Kurdistanî Niwê nêzî 10 hezar pirtûkî ji zanîngehên Rojava re diyarî kirin.
Pirtûk wê li Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê werin belavkirin.