Rojnameya Ronahî

DAIŞ`ê nuqteyên nû yên hikumeta Şamê xistin destê xwe

Piştî şerê di navbera çeteyên DAIŞ`ê û hêzên hikumeta Şamê di van du rojên dawî de, çeteyan hinek nuqteyên hikumetê li bejayiya Hemayê xistin destê xwe.

Çeteyên DAIŞ`ê li dijî baregehên hikumeta Şamê êrişeke giran pêk anîn. Di encama êrişê de DAIŞ pêş ve çû û nuqteyên li herêma Şakoziyê û Rehcan xistin binê kontrola xwe. Digel ku balafirên şer yên Rûsya digeriyan û zêdetirî 130 cihî bombebaran kirin, hêzên hikumetê nikarîn êrişa DAIŞ`ê rawestînin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR), di encama şerê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ`ê de 19 leşkerên hikumeta Şamê û 12 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.